Dengê şoreşê û têkoşîna gelan: Ronahî TV

Îro salvegera 12′an a damezirandina Ronahî TV′yê ye ku kêlî bi kêlî pêşketinên Şoreşa Rojava dişopîne Endamê Rêveberiya Giştî ya Ronahî TV′yê got, Ronahî TV dê bimîne dengê şoreşê û daxwazên gel.

Dengê şoreşê û têkoşîna gelan: Ronahî TV
Dengê şoreşê û têkoşîna gelan: Ronahî TV
Dengê şoreşê û têkoşîna gelan: Ronahî TV
Dengê şoreşê û têkoşîna gelan: Ronahî TV
Dengê şoreşê û têkoşîna gelan: Ronahî TV
21 mijdar 2023   04:43
HESEKÊ
ARAM EHMED-HENAR ÎBRAHÎM

Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, Ronahî TV′yê erka ragihandina pêşketinên şoreşê ji cîhanê re girte ser xwe.

Ronahî TV, kanala kurdî ya yekemîn e ku bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radighîne. Ronahî TV ya 21′ê Mijdara 2011′an li paytexta Belçîka Brukselê hat damezirandin, weşangeriya xwe rojane bi 3 saetan tenê dest pê kir; lê ji sala 2014′an ve 24 saetan weşanê dike.

Ronahî TV bi ekîba xwe ya ku ji zêdetirî 100 endamî pêk tê pêşketinên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radighîne cîhanê.

Bi munasebeta salvegera 12′emîn a damezirandina Ronahî TV′yê, endamê Rêveberiya Giştî ya kanalê Binyad Cizîrî behsa destpêka vekirina vê kenalê û gavên ku heta nih avêtine, kir.

′PÊWÎSTIYA ŞOREŞA ROJAVA BI KANALEKÎ HEBÛ′

Binyad Cizîrî der barê girîngiya damezirandina Ronahî TV′yê de got: "Her kes dizane bi destpêka buhara gelan li gelek welatan re heta gihaşt Sûriyeyê, Rojava qadeke sereke û girîng bû. Ji ber ku buhara gelan di sala 2004′an li Rojava dest pê kir, pêwîstî bi ragihandineke taybet hebû da ku bûyerên li herêmê bişopîne. Beriya weşana fermî dest pê bike, merheleya weşana test hebû. Bê guman zehmetî hebûn, lê wekî ekîba Ronahî TV tecrûbeyên me di kanalên berî de, di serî de ROJ TV de hebû ku akademiya ragihandina kurdî ye. Destpêkê mijarên teknîkî û şebekeya nûçegihanan tune bû, me weşana xwe bi 3 saetan dest pê kir ku di navbera zimanên kurdî û erebî hatibûn dabeşkirin. Bername li Rojava tune bûn, lew ra me ji paytexta Belçîkayê dest pê kir, me şebekeyên peywendî û nûçegihanan ava kir. Her wiha me bernama li Rojava amade kirin. Em dikarin destpêka vekirina kanalê wekî destpêka şoreşekê di nava şoreşa Rojava de wesif bikin, nemaze Ronahî TV kanala yekemîn li herêmê ye."

Cizîrî bal kişand ser destkeftiyên ku pêk anîne û got: "Hebûna me li vir li avahiya Ronahî TV a li bajarê Hesekê encama xebateke domdar e. Me bi 3 saetan û hinek nûçegihan û rojnamevanan dest pê kir, lê îro bernameyên me 24 saetan tên weşandin. Şebeyeke nûçegihan li herêmên Rojava û welatên cîhanê dixebitin. Ciwanên ji pêkhateyên herêmê jî karîbûn cihê xwe di kanalê de bigirin. Kanal veguherî akademiyeke ragihandinê."

Cizîrî destnîşan kir ku tevahî destkeftiyên ku pêk anîne bi saya keda nûçegihanan e û wiha pê de çû: "Destkeftiyên ku me bi dest xistine bi saya keda nûçegihanan in ku bûyerên li herêmê û pêşdeçûnên şoreşê dişopînin. Hinek nûçegihan dema şer di navbera hêzên leşkerî û çeteyan de dişopandin şehîd bûn. Yên ku îro Ronahî TV temaşe dikin pêşketinên vê şoreşê dibînin."

′BERNAMEYÊN ME GIRÎNGIYÊ DIDIN DAXWAZÊN GELAN Û HEQÎQETA ŞOREŞA ME′

Derbarê bernameyên Ronahî TV′yê de Binyad Cizîrî got: "Bernameyên siyasî, civakî û bernameyên taybet ên li ser jinan hene. Her wiha tevahî bûyer û geşedanên li ser asta herêmê tên şopandin. Bernameyên çandî jî hene û bernameyên ku rewşa xizmetguzariyê dişopînin, hene. Dîsa bernameyên li ser ciwanan hene. Bername bi zimanên erebî û kurdî ne. Em girîngiyê didin daxwazên gel û pêşketinên şoreşê di tevahî qadan de."

′EM Ê BIBIN DENGVEDANA GELAN′

Endamê Rêveberiya Giştî ya Ronahî TV′yê Binyad Cizîrî berxwedana gelên herêmê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û siyasetên dijber silav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: ′′Îsrara gel a mayîna li ser xaka xwe, piştevaniya wî ya bi hêzên leşkerî re, her wiha xwedîderketina gel a li ramanên Rêber Abdullah Ocalan cihê spasdarî û serferaziyê ye. Wekî Ronahî TV kêmaniyên me hene, em hewl didin di weşana xwe ya nû de derbas bikin û hineke guhertinan pêk bînin da ku bibin dengvedana gel û daxwazên wê."

(bb)

ANHA