Washington difikire agahiyên îstixbaratî bide Ukraynayê

Rojnameya Financial Times da zanîn ku rêveberiya Trump ji bo ku Ukrayna êrişan di hundirê Rûsyayê de pêk bîne, difikire agahiyên îstixbaratî pêşkêşî Ukraynayê bike.

Washington difikire agahiyên îstixbaratî bide Ukraynayê
3 cotmeh, 2025   17:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Financial Times a Brîtanyayê da zanîn ku rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump difikire agahiyên îstixbaratî ji bo Ukraynayê pêşkêş bike da ku ew di hundirê Rûsyayê de bi taybetî li dijî kargehên enerjiyê êrişan pêk bîne.

Hat diyarkirin ku Amerîka difikire mûşekên Tomahawk pêşkêşî Ukraynayê bike.

Li hemberî wê, Moskovê got ku piştgiriya dewletên rojavayî nikare hevsengiya şer biguherîne. Lê belê Washingtonê hewl dide zextê li hevkarên xwe yên NATO'yê bike da ku wan tev li vê pêvajoyê bike.

)mh)