Îsraîlê 4 welatiyên Îtalî dersînor kirin

Îsraîlê ragihan ku 4 çalakvanên Îtalî yên di keştiyên "Fîloya Berxwedanê ya Navneteweyî" de bûn û ber bi Şerîda Xezayê ve diçûn, dersînor kirine. Di heman çarçoveyê de, rêxistina Rojnamevanên Bêsînor girtina zêdetirî 20 rojnamevanên navneteweyî yên di keştiyan de bûn, şermezar kir.

Îsraîlê 4 welatiyên Îtalî dersînor kirin
3 cotmeh, 2025   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Derve ya Îsraîlê bi daxuyaniyekê ku li ser platforma X’ê weşand de diyar kir ku ew tedbîrên pêwîst digire ji bo "bidawîanîna provokasyona fîloya keştîyan û dersînorkirina kesên ku di vê komedyayê de beşdar in. dersînor kirine

Wezaretê piştrast kir ku wan 4 welatiyên Îtalî dersînor kirine, beşdarên mayî jî di pêvajoya dersînorkirinê de ne, li gorî Îsraîlê ew dixwaze van tedbîran di zûtirîn dem de bi dawî bike.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Îsraîlê roja Înê keştiya dawî ya "Fîloya Berxwedanê ya Navneteweyî" ku dixwest dorpêça li ser Şerîda Xezayê bişkîne, girt.

Di heman demê de, Rojnamevanên Bêsînor girtina zêdetirî 20 rojnamevanên navneteweyî yên li ser keştiyan ji aliyê hêzên Îsraîlê ve şermezar kir.

"Fîloya Berxwedanê ya Navnetewey'" di destpêka Îlonê de ji Spanyayê dest bi rêwîtiyê kir, bi qasî 45 keştî di nav de bûn ku bi sedan çalakvanên alîgirên Filistînê ji zêdetirî 40 welatan, di nav wan de çalakvana Swêdî Greta Thunberg û parlamentera Fransî Rima Hassan jî hebûn. Keştî bi şîrê zarokan, xwarin û alîkariyên bijîşkî ji bo Xezaya dorpêçkirî barkirî bûn.

Êvara çarşemê, Hêzên Deryayî yên Îsraîlê dest bi rawestandina fîloya keştîyan kirin û îro wan rê li ber keştîya ku hewl dida ber bi Xezayê ve biçe, girtin.

(ac)

ANHA