Bi sêlekê debara malbata xwe ya koçber dike

Li têketina bajarê Til Temirê jineke koçber a ji Serêkaniyê yê dagirkirî di dikaneke biçûk de nanê sêlê çêdike da ku debara malbata xwe bike.

4 cotmeh, 2025   04:50
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Li çatrêya ku bajarên Til Temir û Zirganê bi Serêkaniyê yê dagirkirî ve girê dide, koçbera ji Serêkaniyê Ayşe El Hemad nanê sêlê çêdike.

Ayşe (40) û hevjînê wê Mistefa El Xelîl (50) ku li Şaredariya Gel a Til Temirê kar dike û 7 zarokên wan hene, di 2019ˊan de ji bajarê xwe yê Serêkaniyê yê dagirkirî bi darî zorê koçber bûne, li şûna xwe mal û zeviyên xwe hiştin. Li bajarê Til Temirê bi cih bûn.

Piştî jidestdana mal û milkên xwe, Ayşeyê dît ku ew li pêşberî pirseke zehmet e ku ew ê çawa bi hevjîna xwe re debara xwe bikin, lê bersiv di mîrasa ku bi xwe re hilgirtiye, anku nanê sêlê, de bû.

Ayşe ku hevîr li ser sêlê radixe, dibêje: "Di destpêkê de min windabûn hîs kir, ne mal ne erd, ne jêdereke rizqê. Min bi şev digiriya ku hevjîn û zarok min nebînin. Lê min biryar da ku girî nan nade me. Min got ez ê dest bi çêkirina nanê sêlê bikim."

Ayşe karê xwe bi piçek ardê ku ji cîrana xwe wergirtiye û sêleke ji cîranek dîtir wergirtiye daye destpêkirin. Piştre karê wê bi ser ket û daxwaza nanê çêdike zêde bû. Ayşe odeyek biçûk li gel têketina rojhilat a Til Temirê, li çatrêya ku bajarên Til Temir û Rizganê bi bajarê Serêkaniyê ve girê dide, kirê kir. Kesên diçin û tên êdî li cem wê disekinîn û nan dikirîn. Hêdî hêdî karê wê bi pêş ket û bû jêdera rizqê malbatê yê rojane.

KAREKÎ BIÇÛK BI RIHEKÎ MEZIN

Ayşa sêla xwe bi sotemeniya ku ji benzînxaneyên bajêr dikire, dixebitîne û madeyên bingehîn wekî ard ji bazirganên sûkên Til Temirê dikire. Ayşe rojane 2 tûr ard xerc dike û her nanekê bi bihayekî kêm (hezar lîre) difiroşe.

Ev odeya biçûk a bi sacan hatiye pêçandin, veguherî qada civandina mirovan li dora wê û nîqaşan.

Ayşe bi bişirîn dibêje: "Dibe ku min mal û erdê xwe ji dest dabe, lê min xwe winda nekiriye. Her nanekî çêdikim peyameke ku em hîna li vir in û dikarin bi rûmet bijîn û veger nêz e."

Li gel ku jiyana wê bi temamî hat guhertin, lê Ayşeyê şiyana ku êşê vegerîne fersendeke serkeftinê, ji dest neda û got: "Dema zarokên xwe dibînin ji keda min dixwin, hîs dikim ku li hember koçberiyê bi ser ketime. Rast e me gelek zirar dît, lê me xwebawerî û şiyana jiyaneke nû qezenc kir.”

VÎNA NAYÊ ŞIKANDIN

Îro sêla Ayşe El Hemad li çatrêya bajarê ew hembêz kiriye û bajarê wê yê dagirkirî şahideya rêwîtiya koçberiya zehmet e û nîşaneyek e ku çiqas koçberî hewl bide mirovan ji kokên wê bike, lê ew nikare meşaleya îsrarê vemirîne.

(fr)

ANHA