Washingtonê 4 komên Iraqê kir lîsteya terorê

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, bi tawana ku girêdayî Pasdarên Îranê ne û tev li êrişên li dijî hêzên Amerîka û hevalbendên wê yên li herêmê bûne, 4 komên çekdar ên Iraqê kir lîsteya “rêxistinên terorîst ên biyanî”.

Washingtonê 4 komên Iraqê kir lîsteya terorê
17 îlon, 2025   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di çarçoveya “hewldanên Washingtonê ya li sekna li hember hegemonya Îranê li Rojhilata Navîn û rêgirtina li pêşiya gefên komên çekdar ên ku Tehranê piştgiriya wan, ên li dijî berjewendiyên Amerîkayê” de 4 komên çekdar ên Iraqê kir lîsteya “rêxistinên terorîst ên biyanî”.

Li gorî biryarê, “Koma Nuceba, Tugeyên Seyd El Şuheda, Tevgera Ensarullah El Ewfiya û Tugayên Îmam Elî”, ketin nava lîsteya navborî.

Wezaretê di civîneke çapemeniyê de got: “Destên van koman di tevgerên terorîst ên li dijî ewlehiya hêzên Amerîka û hevalbendên wê yên li herêmê de hene. Têkiliya wan bi Pasdarên Îranê -Feylaq El Quds re xurt in ku ew jî komeke terorîst e.”

Wezaretê di daxuyaniya xwe de sinifandin komên din wekî “Tugayên Hizbullahê, Esaêb Ehil El Heq” bi bîr xistin ku her du jî piştgiriya derayî û leşkerî ji Îranê digirin û destê wan di êrişên xwîndar ên li dijî hêzên Amerîka li Iraqê de hene.

(şx)