Eşîrên Reqayê: Nameya Rêber Abdullah Ocalan xwedî wateyên kûr e

Eşîrên Reqayê destnîşan kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji wan re şandiye, xwedî wateyên kûr e û got: "Em bi rêzdarî û pîrozî li vê nameyê dinêrin, nexasim ku ew di demeke wiha de hatiye ku hewldana derxistina fîtneyan di nav pêkhateyan de tê kirin."

Eşîrên Reqayê: Nameya Rêber Abdullah Ocalan xwedî wateyên kûr e
Eşîrên Reqayê: Nameya Rêber Abdullah Ocalan xwedî wateyên kûr e
Eşîrên Reqayê: Nameya Rêber Abdullah Ocalan xwedî wateyên kûr e
Eşîrên Reqayê: Nameya Rêber Abdullah Ocalan xwedî wateyên kûr e
Eşîrên Reqayê: Nameya Rêber Abdullah Ocalan xwedî wateyên kûr e
Eşîrên Reqayê: Nameya Rêber Abdullah Ocalan xwedî wateyên kûr e
Eşîrên Reqayê: Nameya Rêber Abdullah Ocalan xwedî wateyên kûr e
17 îlon, 2025   17:28
REQA

Şandeya rûspiyên kantona Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî serdana serokeşîr û şêxên rojavayê Reqayê kirin. Di serdanê de nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji eşîrên Ereb re, ji eşîra El Mûsa El Dahir û Bûcabir û Şibil re hat xwendin.

Serokeşîrê eşîra Şibil, Emar El Hamî got: "Nameya Rêber Abdullah Ocalan xwedî wateyên kûr e. Em jî bi rêzdarî û pîrozî li vê nameyê dinêrin, nexasim ku ew di demeke wiha de hatiye ku hewldana derxistina fitneyan di nav pêkhateyan de tê kirin."

Rûspiyê eşîra Mûsa El Dahir a qebîleya Evadile, Îbrahîm El Hadî girîngî bi aştiya civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: "Ji bo me ya herî girîng diyalog e. Tiştê ku fermandarê herdu aliyan li ser li hev bikin, ji aliyê me ve erêkirî ye. Em li dijî destwerdana derve ya di karûbarên Sûriyeyê de ne."

El Hadî diyar kir ku di nameyê de nêrîna stratejîk a li ser pêşeroja jiyana hevbeş li Sûriyeyê diyar dibe.

Di dawiya serdanê de şandeyê kopiyên nameyê radestî serokeşîr û rûspiyan kir.

(mh/şx)

ANHA