Li Siwêdayê kampanya mafê diyarkirina çarenûsê

Ji bo piştgiriya kampanya dijîtal a ku beriya çend rojan dest pê kiribû, li dehan navendên bajar û bajarokên parêzgeha Siwêdayê kampanya “mafê diyarkirina çarenûsê” dest pê kir.

Li Siwêdayê kampanya mafê diyarkirina çarenûsê
Li Siwêdayê kampanya mafê diyarkirina çarenûsê
Li Siwêdayê kampanya mafê diyarkirina çarenûsê
Li Siwêdayê kampanya mafê diyarkirina çarenûsê
17 îlon, 2025   16:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsên kampanya “mafê diyarkirina çarenûsê” li Siwêdayê ya ku beriya çend rojan dest pê kiriye, hewldanên xwe ji bo komkirina îmzeyan di çarçoveya daxwaza diyarkirina çarenûsa de, didomînin. 

Kampanya destpêkê dijîtal dest pê kiribû. Îro jî li dehan navendên bajar û bajarokên Siwêdayê jî dest pê kir.

Li qada Kerame ya bajarê Siwêdayê, di çarçoveya xurtkirina tevlêkirina civakî de û piştgiriya bi daxwaza diyarkirina çarenûsê re dilxwaz navên şêniyan û îmzeya wan qeyd dikin û bang li şêniyan dikin ku tev li kampanyayê bibin.

(şx)