Washingtonê 130 mîlyon dolar ji bo QSD'ê veqetand

Senatoya Amerîka li ser budceya şer a 2026ˊan erê kir û 130 mîlyon dolar ji QSD'ê re veqetand. Budce mûçe, perwerde, çek û piştgiriya lojîstîk dihewîne.

Washingtonê 130 mîlyon dolar ji bo QSD'ê veqetand
14 îlon, 2025   22:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatoya Amerîkayê 961.6 mîlyon dolar ji bo budceya şer a 2026'an veqetand. Ji nav wê budce ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Pêşmerge û hêzên ewlekariyê yên Iraqê re hatiye veqetandin.

Ji bo QSD'ê 130 mîlyon dolar hat veqetandin. Ji bo pêşmergeyan jî 61.14 milyon dolar hatiey veqetandin û ji bo hêzên ewlekariyê yên Iraqê jî 48 milyon dolar hatiye veqetandin.

Ji bo Hêzên Têkoşîna Dijî Terorê yên Iraqê jî 65.595 mîlyon dolar hatin veqetandin. Ji wê 32 mîlyon dolar ji bo perwerdeyê û 33 mîlyon dolar ji bo çekkirin û amadebaşiyên leşkerî hatin veqetandin.

(mh/şx)