Êlên ereb ên Hesekê peyama Rêber Abdullah Ocalan wergirtin

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî êlên ereb ên Hesekê kir. Rûspiyan destnîşan kirin ku ew piştgiriya aştiyê û QSD`ê dikin û gotin peyam, bingeha xurtkirina biratiya erebî û kurdî ye.

14 îlon, 2025   22:57
HESEKÊ

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi koordîneya Meclisa Rûspiyan a Hesekê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Îslama Demokratîk, serdana rûspiyên ereb ên bajarê Hesekê kirin û peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî wan kirin. 

Şandeyek serdana êla El Cihêş, êla El Bû Xetab, êla El Bû Hemdan û êla El Bû Salih kir, şandeyeke din serdana rûspiyên qebîleya El Cebûr, qebîleya El Begara, êla El Sade El Neîm El Simêdii yên bajarê Hesekê kir.

Di serdanan de rûspiyan, diyar kirin ku peyama Rêber Abdullah Ocalan di cewherê xwe de, bangeke durist a aştiyê, jiyana hevbeş û xurtkirina biratiyê di navbera pêkhateyan de ye.

Rûspiyan gotin ew bi QSD`ê re ne û QSD`ê hêza nîştimanî ye ku ewlehî û istiqrara li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger dike. Rûspiyan rola mezin a hêzê di parastina herêmê û têkoşîna li dijî terorê de silav kir.

Şandeyan piştrast kir ku divê ev peyam bigihêje tevahî êlên ereb û di heman demê de gotin rola êlên ereb di parastina ewlehî û aştiyê de gelekî girîng e.

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de, teqezî bi yekitiya kurd û ereban li ser bingeha netewa demokratîk kir û diyar kir ku netewa demokratîk ji bo têkiliyên di navbera her du gelan de, esaseke dîrokî ya nû ye û ev yekitî, rê li pêşiya avakirina civakeke demokratîk li ser bingeha wekhevî û edaletê, vedike.

(şx)

ANHA