Şandeya jinan a li Parîsê hevdîtinên xwe didomîne

Endamên şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Mîhrîcana Mirovahiyê ya li Parîsê de, bi partiyên fransî û mexribî re hevdîtin kirin. Şandeyê di hevdîtinan de, balkişand ser tecurbeya Rêveberiya Xweser, astengiyên li pêşiya wê derdikevin. Şandeyê tev li semînerekê li ser rewşa li Sûriyeyê, rola pêşeng a jinan di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de bûn.

Şandeya jinan a li Parîsê hevdîtinên xwe didomîne
Şandeya jinan a li Parîsê hevdîtinên xwe didomîne
Şandeya jinan a li Parîsê hevdîtinên xwe didomîne
Şandeya jinan a li Parîsê hevdîtinên xwe didomîne
Şandeya jinan a li Parîsê hevdîtinên xwe didomîne
Şandeya jinan a li Parîsê hevdîtinên xwe didomîne
Şandeya jinan a li Parîsê hevdîtinên xwe didomîne
Şandeya jinan a li Parîsê hevdîtinên xwe didomîne
Şandeya jinan a li Parîsê hevdîtinên xwe didomîne
14 îlon, 2025   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja dawîn a Mîhrîcana Mirovahiyê de hazir bûn. Di vê rojê de gelek civîn li gel partiyên fransî û mexribî re lidar xistin. Tev li semînereka çandî bûn ku Rojnameya Mirovahî ya ku sponseriya mîhrîcanê kiriye.

Di hevdîtinan de, şandeyê bi Partiya Sosyalîst a Pêşverû ya Mexribê, Partiya Nûjen a li dijî Împeryalîstê re civiya. Di civînan de, îşaret bi tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û astengiyên li pêşiya wê derdikevin hate kirin. Endamên partiya ji Mexribê, hewesa xwe bi tecurbeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rave kir û diyar kir ku îmkan heye li Mexirbê (Fas) jî pêk were, her wiha behsa rewşa gelê Kurd, û pêwîstiya piştgiriya wê kir.

Endama rêveberiya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer di semînera li mîhrîcanê de hatiye lidarxistin axivî û rewşa li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîrove kir. Emîne destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser û Hevpeymana Civakî ya ku mafên tevahî pêkhateyan misoger dike, berhema têkiliyên dîrokî yên di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de û jiyana hevbeş e.

Emîne îşaret bi rola Rêveberiya Xweser a ji bo parastina mafên jinan kir. Di heman demê de ji ber xetereya DAIŞ`ê li ser herêmê û cîhanê hişyar da û rola jinan di têkoşîna li dijî terorê de silav kir. Emîne got rejîma berê bangewaziyên diyalogê yên Rêveberiya Xweser gelek caran red kirine. Her wiha Emîne behsa lihevkirina 10`ê Adarê jî kir.

Şandeya jinan, 6`ê Îlonê li Ewropayê dest bi gera xwe kiribû. Di wê gerê de, bi rêxistinên hiqûqî û jinan, parlamenterên ewropî re civiya.

(şx)