Li Şamê guhertina demografîk a bêdeng

Li taxên Şamê guhetrineke demografîk a bêdeng tê kirin, beşek ji wê guherînê bi rêya koçberiya hundirîn, beşek jî veşartî bi rêbazên fermî tê kirin.

Li Şamê guhertina demografîk a bêdeng
30 tebax, 2025   06:35
ŞAM

Hejmarek mezin a şêniyên Idlib û Dêrazorê serî li rêveberiyên perwerdehiyê yên li Şamê û gundewarê wê didin da ku zarokên xwe li dibistanên Şamê û gundewarê wê tomar bikin.

Çavkaniyên taybetî ji me (ANHA) re diyar kirin ku Wezareta Perwerdehiyê ya hikûmeta Şamê giştînameyek derxistibû. Giştîname destûr dide şagirtan ku qeyda xwe bibin dibistaneke din, piştî dema vê giştînameyê qediya careke din hat dirêjikirin, lewma serlêdana ji bo veguhestina qeyda şagirtan bo dibistanên Şamê zêde bû. Li aliyekî din hikûmetê malên ku berê leşkerên rejîmê lê diman, yan jî malên berpirsên rejîma berê, dane  karmend û berpirsên xwe.

Çavkaniyan destnîşan kir tiştê ku îro diqewime, ji ber nêzîkbûna sala xwendinê, koçberiyeke bêdeng ya herî mezin e. Çavkaniyan diyar kirin guhertina demografîk piştî pêkanîna çend komkujiyan li ser şêniyan, tê ferzkirin û ev agahî dan "Piraniya niştecihên herêma Iş El Werwer a bajarokê Berzê yê Şamê Kurd û Elewî bûn, lê niha piranî xelkên ji Dêrazor û Idlibê li hin kolanên wê bi cih bûne."

Şêniyê bi navê Alaa Reheya ji Iş El Werwer e ji ajansa me re diyar kir ku piraniya niştecihên taxa wî koçber bûne û got: "Hemû şêniyên taxê ku ez bi dehên salan bi wan re dijiyam koçber kirin. Lew ra ez jî neçar man xaniyê xwe bi bihayekî erzan bifroşim. Şêniyên nû ji Dêrazorê ne, zarokên wan ên li derveyî welêt pereyan ji wan re dişînin û ew jî xaniyan dikirin. Ez ê zarokên xwe veguhezim dibistanekê li gundewarê Tartûsê, li wir bihayên xanîyan kêmtir in, şêniyên wir xaniyên xwe difroşin da ku zarokên xwe rêkin derve û ji vê desthilatê xilas bibin."

Çavkaniyên agahdar eşkere kirin ku gelek berpirsên hikûmeta Şamê her roja Pêncşemê, piştî dema kar bi dehan otobusên taybet ji Şamê ber bi Îdlibê ve diçûn, planek heye ku ew li Şamê werin bicihkirin û xanî ji wan re werin peydakirin. Çavkaniyan dane zanîn ku niha li avahiyên ku berê yên leşker û polîsan bûn malên vala tune ne, li hin deverên din jî wekî El Someriya û El Heres jî hin xaniyên din jî bi zorê û tirsandinê ji xelkê hatine standin.

Li gorî çavkaniyên saziyên perwerdehiyê, tê payîn ku rêjeya xwendekarên ku ji bakurê Sûriyeyê bo Şamê hatine veguhastin pir bilind bibe. Heman çavkaniyan dane zanîn ku ji hemû dibistanan re hatiye gotin ku hemû xwendekaran qebûl bikin.

Xwediyê otubuseke li ser xeta Meza, ku bi navê Ebû Xalid tê naskirin, diyar kir piraniya kesên ku wî wan dighîne Şamê kesên ne ji herêmê ne û got wî tu caran nedîtiye evqas kesên ji Idlib û Dêrazorê werin Şamê. Her wiha da zanîn ku kesên tên hîna nizanim li nava Şamê bigerin, ji ber ne xelkên wê deverê ne.

Beriya niha me di nûçeyek xwe de diyar kiribû ku li herêma Mercê ya Şamê geraceke taybet a xelkên Dêrazorê heye ku bi dehan otubus lê hene.

Koçberiya hundirîn a zêde ber bi Şamê ve û bicihbûna li hin taxan, nîşan didin ku guhertineke demografîk a bêdeng li Şamê tê kirin.

(k)

ANHA