ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 – 07 – 2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15 – 07 – 2026
15 tîrmeh, 2026   02:00

- Şêniyên bajarê Çilaxayê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku azadiya wî gaveke bingehîn ji bo aştî û diyalogan e. BI WÊNE Û DÎMEN

- Piştî ku piraniya şêniyên bajarê Zirganê vegeriyan malên xwe, êdî jiyana li bajêr hêdî hêdî asayî dibe. Lê şêniyên vegeriyan ji ber kêmbûna xizmetguzariyê û wêrankirina malan li gelek gundan gazinan dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Siyasetmedar û welatiyan destnîşan kir ku navên dîrokî yên bajar û bajarokên Kurdan temsîla nasname û mîrateya dîrokî ya herêmê dikin û bang li hikumeta demkî kir ku navên resen ên herêmên Kurdan biparêzin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Rêveberiya Tenduristiyê ya Hesekê diyar kir ku wan 16 hezar û 350 rewşên nexweşiyên zikçûna dijwar û jehrîbûnê tomar kirine. Rêveberiyê diyar kir ava tanker û bîran sedema sereke ya van nexweşiyan e. BI WÊNE Û DÎMEN

- Piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê şêniyên gundê El Misiltê koçber bûn û hîna venegeriyane. BI WÊNE Û DÎMEN

- Ajokarên ku rêya Qamişlo-Dêrikê bi kar tînin, ji saziyên pêwendîdar xwest tedbîrên ewlehiya trafîkê li ser rêyê zêde bikin. Ajokaran xwest nîşaneyên hişyariyê werin danîn da ku qeza kêm bibin û herikîna trafîkê hêsan bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Komeke jinên li Kobanê bi armanca zêdekirina jêderên debarê, bi rêbazên kevneşopî sebze û fêkiyan hişk dikin û mûnetê amade dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

-Kongra Îslama Demokratîk ji bo oldarên li ser rêya heq û heqîqetê li ber xwe dane li hola Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê merasîma bibîranînê li dar dixe, saet 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

- Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê paneleke diyalogê li ser veguherîna ji modernîzmê ber bi postmodernîzmê di romanê de û veguherîna vegotina klasîk ber bi şêweyên nû di çîrok û romanên kurt de li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar dixe, saet 18.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN