’Vekişîna gerîla ji Tirkiyeyê werçerxeke dîrokî ye’

Rewşenbîr û lêkolînerên li bajarê Girkê Legê gava Rêber Abdullah Ocalan û vekişîna gerîla ji nava Tirkiyeyê bi "werçerxeke dîrokî ya ber bi aştiyê ve " wesif kir û diyar kir ku ev ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmê firseteke dîrokî ye.

’Vekişîna gerîla ji Tirkiyeyê werçerxeke dîrokî ye’
4 mijdar, 2025   04:05
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID

Rewşenbîr û lêkolînerên bajarê Girê Legê yê kantona Cizîrê li ser girîngiya vekişîna hêzên gerîla ji hundirê sînorê Tirkiyeyê axivî û bi werçerxeke dîrokî ya ber bi ewlehî, aştî û aramiya herêmê ve bi nav kir.

Lêkolîner û nivîskar Bradost Mîtanî têkildarî mijarê got, "Vekişîna gerîla ji Tirkiyeyê gaveke girîng ber bi aştiyê ve ye û dikeve xizmetî doza Kurd."

Mîtanî destnîşan kir ku ev qonax "ji bo gelê herêmê temsîla ewlehî, aştî û aramiyê dike" û bang li dewleta Tirk kir ku "bersiva vê înîsiyatîfê bide".

Mîtanî diyar kir ku "4 parçeyên Kurdistanê bi erênî li vê înîsiyatîfa ku dê bandoreke yekser li ser aramiya Rojhilata Navîn bi giştî bike, li ser Tirkiyeyê jî bi taybet, dinêrin."

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Bengîn Adem jî gava gerîla bi "pîroz" wesif kir û got, "Rêber Abdullah Ocalan hewl dide şer veguherîne aştiyeke mayînde ku jiyana ewle ya gelan misoger bike, nexasim di navbera gelên Kurd û Tirkiyeyê de. Gerîla aştîxwaz in, ne şerxwaz in."

Li aliyekî din jî endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Şêxmûs Cuma destnîşan kir ku destpêkirina qonaxa aştiyê ji hêla PKKˊê ve berdewama metoda dubare ya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Cuma diyar kir ku "Gerîla ji bo parastina bindestan, doza Kurd rahiştiye çekê, ne ji ber hezkirina şer."

Cuma di dawiyê de bang li dewleta Tirk kir ku di dan û standinên xwe de bi vê înîsiyatîfê re cidî be, da ku aştiyeke adilane û berfireh li herêmê pêk were.

(fr)

ANHA