‘Peymanên Şam û Enqereyê ne rewa ne, çareserî divê li ser xwestekên gel be’

Siyasetmedar û rewşenbîrên sûriyeyî têkildarî dûrxistina îradeya gelê Sûriyeyê ji lihevkirinan û rêkeftinên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hişyarî dane. Wan da zanîn ku her rêkeftinek ku ne li gorî îradeya neteweyî ya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê be, dê ne rewa be.

‘Peymanên Şam û Enqereyê ne rewa ne, çareserî divê li ser xwestekên gel be’
4 mijdar, 2025   05:25
TEBQA
EÊNAD EL ELÎ

Siyasetmedar û rewşenbîrên sûriyeyî têkildarî paşguhkirina iradeya sûriyeyiyan di rêkeftinên Şam û Enqereyê de, ji ajansa me re axivîn.

Parêzer Ehmed El Xidir rave kir ku peymanên ji hêla hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve bi welatên din, bi taybet Tirkiyeyê re hatine çêkirin, ji ber paşguhkirina îradeya gel, ne rewa ne. El Xidir got: "Ji ber nebûna destûrek ku mafên hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê misoger bike û nebûna Mecliseke Gel a hilbijartî ku nûneriya hemû sûriyeyian bike, çi peymanek ku li derveyî îradeya gel tê kirin ne rewa ye. Ew peyman tenê xizmeta berjewendiyên hin kesên di nav hikumetê de dikin.”

El Xidir wiha lê zêde kir: "Ev lihevkirinên wiha ne di xezmeta Sûriyeyê de ne, lê belê ew hewldane in jib o nexşeyan ji nû ve xêz bikin û biryara Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê ferz bikin. Çi peymaneke ku ne bi îradeya gelê Sûriyeyê be, dê bibe binpêkirina serweriya Sûriyeyê û mafê gelê wê yê diyarkirina çarenûsa xwe."

El Xidir destnîşan kir: "Armanca van peymanan ew ku navendîbûna kevin rejîma Baasê ji nû ve biçesipînin. Gelê Sûriyeyê ku ji bo guhertin û demokrasiyê bedelên giran dane vê yekê qebûl nakin."

‘ÇARESERÎ DIVÊ LI SER XWESTEKÊN GEL JI BO AZADÎ, DEMOKRASÎ Û YEKITIYÊ BE’

Siyasetmedarê bi navê Yaser El Kurdî diyar kir nêzîkbûna di navbera Şam û Enqerê de dê nebe egera çareseriyek siyasî ya rastîn, eger ew nîzîkbûn ne li ser îradeyek neteweyî ya Sûriyeyê ya berfireh hatibe avakirin. El Kurdî got: "Çareseriya li Sûriyeyê nikare li ser bingeha ewlehiyê, leşkerî pêk were. Her wiha li ser bingeha bazara berjewediyan a din navbera dewletan de pêk were. Berevajî vê, divê çareseriyek sûriyeyî ya berfireh be ku xwestekên gel ji bo azadî, demokrasî û yekîtiya welêt nîşan bide."

 El Kurdî got: "Çi peymanên bêyî iradeya hêzên siyasî û civakî yên çalak ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were pêkanîn, dê ne rewa be. Çareseriya rastîn ji hundur dest pê dike, bi rêya pêvajoyek siyasî ya berfireh pêk tê, Rêveberiya Xweser wekî modelek neteweyî, demokratîk a ji bo diyalogê vekirî were naskirin, û nenavendîbûnê wekî garantiyek yekîtî û aramiya Sûriyeyêwere pejirandin."

‘DÛRXISTINA SÛRIYEYIYAN LI SER YEKITÎ Û TEVNA CIVAKÊ XETER E’

Jina rewşenbîr Nisrîn Mala Hesen derxistina sûriyeyian ji maseya dan ûstandinan wekî xeteriyeke mezin li ser yekîtî û tevna civakî ya welêt bi nav kir. Nisrînê wiha dewam kir: "Biryarên di der barê sibroja Sûriyeyê de ku bêyî beşdariya gel têne girtin, hêza sûriyeyian a ji bo avakirina siberojeke aram lawaz dikin û xetera parçebûnê zêde dikin."

Nisrînê got: “Pêşguhkirina îradeya gel tê wateya ku çarenûsa welêt di destê hêzên herêmî de hatiye hiştin, ew hêzên ku dixwazin desthilatdariya xwe li ser hesabê aramî û yekîtîya Sûrîyê zêde bikin. Ev biryarên wiha nûneriya hemû beşên civakê nakin, ji ber vê yekê ne rewa ne û li ser erdê nayên pêkanîn.”

(k)

ANHA