Fermandariya Giştî ya QSDˊê bi xelkê Reqayê re civiya

Fermandariya Giştî ya QSDˊê bi xelkê bajarê Reqa û malbatên şehîdan re civiya. Di civînê de rewşên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî yên bajêr hatin nîqaşkirin û hat gotin ku pêwîstî bi pêşxstina hevkariyê di navbera hêzên leşkerî, saziyên xwecihî û şêniyan de heye, da ku rê li ber hewlên têkbirina aramiyê werin girtin.

Fermandariya Giştî ya QSDˊê bi xelkê Reqayê re civiya
3 mijdar, 2025   19:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi xelkê Reqayê û malbatên şehîdan re, ji bo nîqaşkirina rewşên siyasî, ewlehî û xizmetguzarî yên bajêr, civîneke berfireh organîze kir.

Di civînê de hejmarek ji fermandarên leşkerî yên QSDˊê, nûnerên ji civaka xwecihî û hejmarek ji rûspiyên bajêr amade bûn.

Di civînê de endamê Fermandariya Giştî ya QSDˊê Çiya Kobanî pêşdeçûnên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û agahiyên dawî yên der barê proseya dan û standinê bi hikumeta veguhêz re şîrove kirin, li kêlek wê helwestên herêmî û navneteweyî têkildarî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kirin.

Fermandariyê diyar kir ku hêzên wan di warê ewlehiyê de girîngiyê didin pêşxistina hevkariya di navbera hêzên leşkerî û gel de, û destnîşan kir ku ewlehî û aramiya Reqayê berpirsiyariyeke hevbeş e, ku beşdariyeke bibandor ji civaka herêmî û gel li kêleka hêzên ewlehiyê pêwîst dike, ji ber deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûbirûyî astengiyên mezin in. Her wiha fermandariyê da zanîn ku pêwîst e her kes ji bo parastina ewlehî û aramiya wan deveran eleqedar be. Ew yek jî bi rêya ku kes û sazî erkên xwe bi cih bînin, ewlehiya şêniyan biparêzin û rê nedin ku tu kes ewlehiyê herêman xerab bike, pêk tê.

Fermandariyê destnîşan kir ku têkiliyên wê bi şêniyan re perdewam in û her tim amade ne guh bidin nêrîn û daxwazên wan.

Şênî û malbatên şehîdan jî hewcedariyên bajêr, pirsgirêkên xizmetguzarî û debarê yên rûbirûyî wan tên pêşkêş kirin û diyar kir ku girîng e hevkarî û têkilî di nava saziyên sivîl û leşkerî û şêniyan de dewam bikin, da ku aramiya bajêr misoger bibe û rewşa wî ya xizmetguzarî û ewlehî baş bibe.

Di dawiya civînê de hat gotin ku divê mîna van hevdîtinan bi awayekî dewrî werin lidarxistin, da ku peywendiya di nava hêzên ewlekarî, civak û saziyên xwecihî de werin bipêşxistin, pêşniyar û çareseriyên hatine pêşkêşkirin werin şopandin.

(fr)