Urdun: 3 mûşekên Îranê hatin xistin

Artêşa Urdunê ragihand ku wê 3 mûşekên Îranê bêbandor kirin û yek jî li deverek dûr ket bêyî ku zerar çêbibin.

Urdun: 3 mûşekên Îranê hatin xistin
19 tîrmeh, 2026   19:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Çekdar ên Urdunê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê ji 4 mûşekan, 3 mûşekên Îranê yên ku axa Urdunê hedef girtin,  bêbandor kirin û diyar kir ku mûşekek li deverek dûr a li başûrê welêt ket, bêyî zerarên canî an madî çêbibin.

Çavkaniyek leşkerî diyar kir ku pergalên parastina hewayî bi serkeftî mûşekan têk birin û got, tîmên endezyariyê cihê mûşek lê ketine ewle kirin.

Artêşa Urdunê bi daxuyaniyekê ragihand ku çavdêriya wê ya li qada hewayî ya welat di asta herî bilind de ye û ew amade ye bersiva her gefên li ser ewlehiya welat û silametiya welatiyan bide.

Artêşa Îsraîlê beriya niha ragihandibû ku wê mûşekên ji Îranê ber bi bajarê Eqebê yê Urdunê ve hatine avêtin, tesbît kirin. Li gelek deveran sîrnên hişyarî lê dan.

(bb)