UNICEFˊê av li ser kampên koçberên li Şehbayê qut kir

UNICEFˊê di sala 2020’an û 2021’ an de li ser gundên Şehbayê av qut kir. Di 15’ê Sibata 2024’an de li ser kampên koçberên li Şehbayê jî qut kir.

UNICEFˊê av li ser kampên koçberên li Şehbayê qut kir
23 sibat, 2024   13:11
ŞEHBA

Dema ku Efrîn hate dagirkirin û gelê Efrînê derbasî Şehbayê bû UNICEFˊê av li seranserî herêma Şehba û kampan belav kir. Av bi rêya erebeyan li depoyên blastîkî yên li gund û kampan hatine danîn dihat belavkirin. Lê di sala 2020’ an de belavkirina avê li ser gundên navçeyên Til Rifet, Şêrewa, Eherz û Ehdasê pir kêm kir. Lê di sala 2021’an de jî li seranserî herêmê qut kir. Her wiha rêjeya avê li kampan jî hat kêmkirin û daxistin 650 hezar lître av. 

Her wiha li kampa Serdem 300 hezar lître, kampa Berxwedan jî 280 hezar lître, li kampên Efrîn, Şehba û Vegerê jî 45 hezar lître av dihat belavkirin. Ev rêje di demsala zivistanê de bû. Di demsala havînê de rêjeya avê zêde dibû û 950 hezar lître av dihat belavkirin.

Di 15’ê Sibatê de êdî av bi temamî li ser kampan hate qutkirin.

Der barê mijarê de koçber û endama şaredariya kampa Berxwedanê ji ajansa me re axivîn.

Endama şaredariya Kampa Berxwedan Lîlav Şêxo destnîşan kir ku nêzî hefteyekê UNICEFˊê av li ser kampan qut kiriye û wiha got: “Em rastî gelek zehmetiyan tên. Ji ber ku bingeha jiyanê li ser avê ye. Bi qutkirina avê re dê gelek krîz û karesat rû bidin. Yek ji van krîzan jî wê nexweşî zêde bibin. Her wiha pêşiya me havîn e û pêwîstiyeke zêdetir bi avê heye. Weke şaredarî em dikarin niha avê ji bo gel peyda bikin. Lê di werza Havînê em ê zehmetiyan zêdetir bikişînin.”

Koçbera bi navê Sebah Topel diyar kir ku UNICEFˊê li ser kampan av qut kiriye û wiha anî ziman: “Em Rêxistina UNICEF şermezar dikin. Her wiha ev yek  jî ji bo me zehmet be. Lê belê diviyabû ku xebata xwe berdewam bikira û av qut nekira.”

Her wiha welatiyê bi navê Ebdîn Hemo jî wiha got: “Qutkirina avê wê bi xwe re pirsgirêkên mezin bîne, ji ber vê jî pêwîstiya gel bi avê heye. Em Rêxistina UNİCEF şermezar dikin.”