HRE: Di 2 çalakiyan de çeteyek û leşkerî dewleta Tirk hate kuştin

Navenda Ragihandinê ya HRE`yê ragihand ku di 2 çalakiyên cuda de li Meri û Babê çeteyek û leşkerî dewleta Tirk a dagirker hatiye kuştin.

HRE: Di 2 çalakiyan de çeteyek û leşkerî dewleta Tirk hate kuştin
23 sibat 2024   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser malpera xwe ya fermi têkildarî çalakiyên ku 17`ê Sibatê li dar xistine, daxuyaniyek parve kir.

Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber berdewam dikin. Hêzên me di çarçoveya bersivandinê de di 17`ê Sibatê 2 çalakî li dar xistin.

Di roja 17ê Sibatê de hêzên me li xeta Meriê çalakiyek sekvanî li dijî çeteyên dagirker pêk anî. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin. Dîsa di heman rojê de li xeta Babê li dijî baregeha dagirkeriya Tirk a Ebû Zêdan çalakiyek taybet hat lidarxistin, di encama vê çalakiyê de jî  leşkerekî Tirk hate kuştin."