Li Gemlîkê yê nêzî girtîgeha Îmraliyê careke din erd hejiya

Li navçeya Gemlîk a Bûrsayê bi mezinahiya 4.1 pileyî erdhejeke din rû da.

Li Gemlîkê yê nêzî girtîgeha Îmraliyê careke din erd hejiya
23 sibat 2024   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) ragihand ku erdhej bi dema herêmî saet di 15:14'an de li navçeya Gemlîk a Bûrsayê qewimî.

Hate ragihandin ku erdheja bi 4.1 pileyî bi 10.86 kîlometreyî li binê erdê qewimî.

Erdheja ku li Gemlîkê bû sedema panîkê, navçeya Orhangazî û navenda bajarê Bûrsayê jî pê hesiya.

19`ê Sibatê jî li Gemlîkê bi 13.2 kîlometreyî li binê erdê bi mezinahiya 3.5 pileyî erd hejiya bû.