Ukraynayê êrişî nîvgirava Qirimê kir

Hêzên hewayî yên Ukraynayê ragihand ku êrişî bajarokê Feodosia yê li nîvgirava Qirimê kiriye û li devera benderê şewat derketiye.

Ukraynayê êrişî nîvgirava Qirimê kir
26 kanûn, 2023   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Waliyê herêma Qirimê Sergey Aksyonov yê ji aliyê Rûsyayê ve hatiye erkdarkirin, îro bi rêya Telegramê ragihand ku Ukraynayê êrişî bajarokê Feodosia yê li nîvgirava Qirimê kiriye û di encamê de şewat li devera benderê derketiye.

Aksyonov daxuyand ku bender hatiye dorpêçkirin û şewat hatiye vemirandin.

Di Nîsana 2022’yan de artêşa Ukraynayê keştiyeke Rûsyayê li Deryaya Reş binav kiribû.

Di sala 2014’an de Rûsyayê nîvgirava Qirimê ji Ukraynayê stand û tev li axa xwe kir. Li hember wê gavê nerazîbûnên navneteweyî yên mezin hebûn.

(bb)