DYA’yê baregehên Heşdî Şabî bombebaran kirin

Piştî ku duh êvarê êrişî baregeha hêzên Koalîsyona Navneteweyî û DYA’ê ya li balafirgeha Hewlêrê hat kirin, DYA’yê baregehên Heşdî Şebî yên li parêzgeha Babilê bombebaran kirin.

DYA’yê baregehên Heşdî Şabî bombebaran kirin
26 kanûn, 2023   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarê bi balafirên bêmirov êrişî baregeha hêzên Koalîsyona Navneteweyî û DYA’yê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hatibû kirin. Di êrişê de 3 leşkerên DYA’yê birîndar bûbûn.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi biryara serokê DYA’yê Joe Biden, hêzên Amerîkayê saet di 04:45’ê vê sibehê de li Iraqê 3 navendên komên Hizbullahê hedef girtine. Di encama êrişê de hin çekdarên wan koman hatine kuştin û birîndarkirin.

Li aliyê din wezîrê parastinê yê DYA’yê Lloyd Austin jî ragihand hêzên wan li Iraqê “bersiveke pêwîst” daye komên Hizbullahê.