KCK: Dijî êrîşên qirker berxwedanê mezin bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bal kişand ku armanca dewleta Tirk a mêtinger-qirker dagirkirina Rojava, tasfiyekirina şoreşa wê û ji holê rakirina statuya gelê Kurd e, lewma divê gelê Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê berxwedanê hîn mezin bikin. KCK’ê banga piştgiriyê li gel û dostên Kurdan jî kir. KCK’ê fermandar û şervanên HPG û YJA Starê yên ku li Xakurkê, Metîna û Zapê Operasyona Şoreşgerî pêk anîn jî pîroz kirin.

KCK: Dijî êrîşên qirker berxwedanê mezin bikin
26 kanûn, 2023   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Heverokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê derbarê operasyonên şoreşgerî yên ku ji aliyê gerîlayên azadiyê ve dijî artêşa Tirk a dagirker li Xakurkê, Metîna û Zapê hatine lidarxistin, her wiha derbarê êrîşên dagirkeran ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Daxuyanî Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê di 22 û 23'ê Kanûna 2023'an de li Xakurkê, Metîna û Zapê di çarçveoya Operasyona Şoreşgerî de çalakî lidar xistin, derbên giran li artêşa dewleta Tirk a mêtinger dagirker qirker xistin û kirin ku windahiyên mezin bide. Ji ber van çalakiyên serketî em fermandar û şervanên HPG û YJA Starê hemûyan ji dil pîroz dikin, silav dikin û hêvî dikin ku serketinên xwe dewam bikin. Em hevalên ku tevlî çalakiyan bûne bi taybetî pîroz dikin û silav dikin. Bêguman hin ji hevrêyên ku gel, welat û azadî parastin, çalakî bi ser xistin û kirin ku dijminê dagirker mêtinger û qirker têk biçe, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Di şexsê hevrêyên ku li Xakurkê, Metîna û Zapê di çalakiyên Operasyona Şoreşgerî de şehîd bûn, em şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi hurmeteke mezin, bi minetdarî bi bîr tînin û soza dilsozî û serketinê ya ku me dane şehîdên xwe dubare dikin.

 GERÎLA CAREKE DIN ARTÊŞA DAGIRKER BI RENGEKÎ GIRAN TÊK BIR

 Li dijî gef û êrîşên şefên faşîst ên dijminê Kurdan, gerîla di sibeh, êvarê û şeva rojê de bi ser artêşa dagirker ve çûn û derb lê xistin. Bi van çalakiyan re gerîla careke din artêşa dagirker bi rengekî giran têk bir, serweriya xwe ya li hemberî artêşa dagirker ispat kir. Gelê Kurdistanê û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê ti carî dest ji welatê azad û jiyana azad bernedin, ji bo vê jî wê li hemberî her cûre êrîş û dagirkeriyê heta dawiyê li ber xwe bidin, dijmin têk bibin û azadiyê misoger bikin. Gelê Kurdistanê gaveke bi tenê jî ji têkoşîn û berxwedanê venegeriya û bi vî rengî biryardariya xwe ispat kir. Gerîla li Xakurkê, Metîna û Zapê bi rengekî giran artêşa dagirker têk bir û ev yek careke din ispat kir.

 DIVÊ PÊŞMERGE HELWESTA PDK'Ê QEBÛL NEKE KU XIZMETÊ JI QIRKERIYÊ RE DIKE

 Bêguman di çarçoveya operasyona şoreşgerî de çalakiyên gerîla wê dewam bikin, wê bi ser artêşa dagirker ve biçin û derbê lê bidin. Bila her kes bi vê zanibe û li gorî vê yekê tevbigere. Mixabin PDK heta niha bi dewleta Tirk re hevkarî kir û bi her awayî piştgirî da artêşa dagirker. Dewleta Tirk xwe dispêre PDK'ê û bi vî rengî hewl dide planên xwe yên êrîşê û dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Tevî ku di vê mijarê de gelek caran hişyarî hate dayin jî PDK'ê dest ji vê helwesta xwe berneda. Helwesteke bi vî rengî xizmeta ji bo qirkirina Kurdan e û nayê qebûlkirin. Divê pêşmerge jî vê helwestê qebûl nekin. Em ji vir bang dikin, bila pêşmerge ji çeperên artêşa Tirk dûr bikevin, xwe jê vegirin.

 DEWLETA TIRK HEWL DIDE TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRE

 Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP a faşîst hewl didin têkçûna xwe ya mezin veşêrin. Hîn bêhtir êrîşî gelê Kurd dikin, komkujiyan dikin û bi vî rengî têkçûna xwe vedişêrin. Eşkere bû ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst li hemberî gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têkçûyî ye. Lê belê ji ber ku mejiyê xwe yê dijminatiya li Kurdan naterikîne, di êrîş, dagirkerî û komkujiyan de israr dike. Di vê çarçoveyê de êrîşên li ser Rojava zêde dike. Bi êrîşa li ser gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hem hewl dide têkçûna xwe veşêre hem jî plana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne. Di êrîşên du rojên dawî de gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî birîndar bûn. Cih û warê jiyanê yê gel, stargeh û navendên hilberînê hatin bombekirin. Ev êrîş rûyê rast ê dewleta Tirk careke din nîşan dan, maskeyên desthilatdariya AKP-MHP'ê anîn xwarê. Careke din hate dîtin ku tiştên li Rojava têne kirin û yên li Xezeyê têne kirin mîna hev in, tu cudahî di navbera wan de nîne. Dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP'ê û Tayyîp Erdogan bi kiryarên xwe yên li Rojava dikin, nîşan dan ku di mijara Xeze û Fîlîstînê de di kîjan astê de durû û sextekar in.

 GELÊ ME DIVÊ HELWESTA XWE YA BERXWEDANÊ HÎN MEZIN BIKE

 Armanca dewleta Tirk a mêtinger qirker ew e ku Rojava dagir bike, şoreşa Rojava tasfiye bike û statuya gelê Kurd ji holê rake. Armanca esasî ya êrîşan ev e. Li hemberî vê yekê jî divê gelê Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe ya berxwedanê hîn mezin bikin û dewam bikin. Gel û dostên Kurdan divê li her derê çalakî û berxwedanê mezin bikin, piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava û şoreşa Rojava dewam bikin."