Ukraynayê 100 bajarokên Rûsyayê kontrol kirine

Fermandarê artêşa Ukraynayê da zanîn ku hêzên wan ji destpêka kontrolkirina Kursk ve 100 bajarok û hezar û 294 kîlometre çargoşe ji xaka Rûsyayê kontrol kirine.

Ukraynayê 100 bajarokên Rûsyayê kontrol kirine
27 tebax, 2024   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê artêşa Ukraynayê Oleksandr Syrsky ragihand ku pêşketina hêzên wan li herêma Kursk a Rûsysyê didome û wan ji 3 hefteyan anku ji dema derbasî herêmê bûne ve 100 bajarok û hezar û 294 kîlometre çargoşe kontorl kirine.

Syrsky destnîşan kir ku Rûsya hewl dide deriyên piştgiriyê yên ji bo Ukrayna û eniya Pokrovskê qut bike û rewş jî bi giştê dijwar e.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandibû ku hêzên wan bajaroekekî din li herêma Donetsk a rojhilatê Ukraynayê ya li nêzî bajarê Pokrovsk ku ew jî bajarekî stratejîk e, kontrol kir.

Duh hêzên Rûsyayê li dijî gelek bajarên Ukraynayê êrişên berfireh pêk anîn. Di êrişan de binesazî, stasyonên enerjiyê û baregehên cebilxaneya leşkerî, hatin hedefgirtin.

(mh)