Li herêmên hikumeta Şamê di mehekê de 30 kes hatine qetilkirin

Li gorî SOHR’ê ji destpêka Tebaxê ve 6 jê jin, 30 kes li herêmên hikumeta Şamê hatine qetilkirin.

Li herêmên hikumeta Şamê di mehekê de 30 kes hatine qetilkirin
27 tebax, 2024   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka meha Tebaxê ve 25 bûyerên kuştinê li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de rû dane. 

Li gorî SOHR’ê, di 25 bûyeran de 2 zarok û 6 jê jin, 30 welatî hatine qetilkirin. Her wiha SOHR’ê diyar kir ku di vê mehê de li Derayê 6 sûcên qetilkirinê çêbûne.

(bb)