Ukrayna dê êrişên xwe yên li dijî Rûsyayê giran bike

Serokerkanê artêşa Ukraynayê Oleksandr Syrskyi da zanîn ku Ukrayna dê êrişên xwe li dijî Rûsyayê giran bike.

Ukrayna dê êrişên xwe yên li dijî Rûsyayê giran bike
22 hezîran, 2025   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokerkanê artêşa Ukraynayê Oleksandr Syrskyi ragihand ku Ukrayna dê êrişên xwe yên li dijî armancên leşkerî yên di kûrahiya xaka Rûsyayê de giran bike.

Hemwextî wê, xebat û hewldanên dîplomasî yên ji 3 salan ve yên bidawîkirina şer, rawestiyane.

Syrskyi wiha gotibû: "Em tenê di xeta parastinê de namînin. Ev tu fêdeyê nade û ew ê me ber bi zirar û jidestdayîna leşker û xakê ve bibe."

Syrskyi destnîşan kir ku Rûsya balafirên bêmirov ên pêşketî bi kar tîne û got: "Hêzên Ukraynayê nêzî 90 kîlometreyên çargoşe ji xaka herêma Korsk a Rûsyayê kontrol dike."

Ji destpêka êrişa Rûsyayê ya 2022'yan ve, Rûsya nêzî 20% ji xaka Ukraynayê kontrol kiriye.

Der barê hewldanên aştiyê de, Kiev dibîne ku Moskov hewldanên pêkanîna aştiyê asteng dike û dixwaze şer dirêj bikeda ku kontrola xwe ya li ser xaka Ukraynayê berfireh bike.

(mh)