Pizîşkiyan: Îsraîl ne xwedî wê hêzê ye ku êrişî Îranê bike

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku Amerîka neçar ma destwerdanê bike, yan Îsraîl nikare bi tena serê xwe êrişî Îranê bike.

Pizîşkiyan: Îsraîl ne xwedî wê hêzê ye ku êrişî Îranê bike
22 hezîran, 2025   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

 Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan piştî êrişa Amerîka ya danê siharê ya li ser tesîsên nukleerî yên Îranê, bi kabîneya hikumetê re civiya û piştre jî peyamek belavkir.

Mesûd Pizîşkiyan di peyama xwe de da zanîn ku Amerîka neçar ma mûdaxele bike û got: “Îsraîl ne xwedî wê hêzêye ku bi tena serê xwe êrişî Îranê bike.”