Li Eyn Îsa semînera Banga Aştî û Civaka Demokratîk
Meclisa bajarê Eyn îsa di derbarê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Abdullah Ocalan ya ku di 27’ê Sibatê de Îsayê, semînerek pêşkêş kir.
Meclisa bajarê Eyn Îsa ya Kantona Firatê, di derbarê banga Aştî û Civaka Demokratîk ya ku di 27’ê sibara 2025 an de ji aliyê Rêber Apo ve hate dayîn, li salona civînên meclîsê ya Eyn Îsayê, semînerek pêşkêş kir.
Di semînerê de berdevkên Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocelan Ayşa Efendî û Bekir Cerada û bi dehan şêniyên bajarê Eyn Îsa û endamên saziyên wê amade bûn.
Di destpêka semînerê berdevka Însiyatîfê Ayşa Efendî nivîsek di derbarê kurte jiyana Rêber Abdullah Ocalan ji zarokatiya, têkoşîna û komploya navneteweyî ya ku bû sedema girtin û tecrîda girankirî ji kesên hazir re xwend.
Paşê Bekir Ceradê axivî û diyar kir ku banga aşitiyê ya Rêber Abdullah Ocalan di rêya aramî û ewlehiya herêmê de xaleke girîng e.
Bangewaziyeke zelal e ji bo bidawîkirina tundiyê. Di nava beşên cuda yên civakê de hesteke geşbîniyê çêkir.
Berdevkê Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocelan Bekir Ceradê tekez kir ku ev bang di demek krîtîk de hat û bûye nexşerêyek.
Pêwîstiya bi rawestandina operasyonên leşkerî yê ku ji bilî wêraniyê tiştekî din nayîne heye divê dewlet jî gavan bavêje.
Di dawiya Semînerê de Bekir Ceradê da zanîn ku ev bang wê bibe sedema başkirina jiyana rojane di warê aramî û aktîvkirina diyalogê di navbera pêkhateyên cuda de.
(ac)
ANHA