Ukrayna: Rûsyayê êrişek mezin bire ser binesaziya enerjiyê

Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê diyar kir ku Rûsyayê êrişeke mezin li dijî binesaziya welêt kiriye.

Ukrayna: Rûsyayê êrişek mezin bire ser binesaziya enerjiyê
21 tebax, 2025   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê Andrei Sebiha got şeva berê Rûsyayê êrişên dijwar li dijî binesaziya bajan welêt û beşa enerjiyê pêk anîne.

Sebiha li ser rûpela xwe ya Xˊê bi bîr xist: "Rûsya di êrişên xwe de bi sedan balafirên bêmirov, moşekên balîstîk û moşekên Cruise bi kar anîn.”

Sebiha diyar kir ku moşekek li rojavayê Ukraynayê zirar gihand şîrketeke Amerîkayê ya mezin a çêkirina kel û pelên elektronîk. Di encamê de ziyanên canî û madî çêbûn.

Li gorî ajansa nûçeyan "RBC Ukrin" li Keîvê û bajarê Lviv ê li rojavayê Ukraynayê dengê teqînan hat. Ajansê ku agahiyên xwe dispêre berpirsê leşkerî yê herêmê Maxim Kozitsky, diyar kir ku li herêmê pergalên parastina hewayî hatin aktîfkirin.

Şeva berê li Keîvê fîtên hişyariyê hatin pêxistin, lê di heman wextî de balafirên bêmirov di dirêjahiya şevê de êriş domandin.

Li gorî ajansê, pergalên parastina hewayî li hundirê bajêr jî hatin çalakkirin, ji şêniyan hat xwestin ku di jêrzemîn û stargehan de bin.

(fr)