‘Dema ku ez ji vir derkevim, ez ê vegerim welatê xwe Rojava’

Habîbe Elhalîl El Muslum jineke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ji ber nameya ku ji Rêber Abdullah Ocalan re şandiye, îşkence lê hatiye kirin. Habîbe dibêje "Dema ez ji vir derkevim, ez ê vegerim welatê xwe Rojava, li wir jiyaneke komunal ava bikim û hewl bidim bi hişmendiya ekolojîk bijîm.”

‘Dema ku ez ji vir derkevim, ez ê vegerim welatê xwe Rojava’
21 tebax, 2025   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Habîbe Elhalîl El Muslum, jineke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku di 8'ê Kanûna 2022'yan de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û darizandina wê berdewam dike. Habîbe Elhalîl El Muslum binpêkirinên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pê re rû bi rû maye bi rêya parêzerê xwe ragihand. 

Parêzerê Habîbe Elhalîl Elmuslum Mehmet Sonmez der barê muwekîla xwe da ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku wan li dijî kesên ku binpêkirinên mafên mirovan li dijî muwekîla wê kirine, gilî kiriye.

Sonmez diyar kir ku nameya ku muwekîla wî hewl da di 18'ê Tîrmehê de ji Rêber Abdullah Ocalan re bişîne, hatiye desteserkirin û bûye sedema lêpirsîna disiplînê. Sonmez diyar kir ku sedema desteserkirina nameya muwekîla wê gotina "Dema ku ez ji vir derkevim, ez ê vegerim welatê xwe Rojava, li wir jiyaneke komunal ava bikim û hewl bidim bi hişmendiya ekolojîk bijîm" e.

Mehmet Sonmez anî ziman ku rêveberiya girtîgehê ev daxuyanî wek "talîmat" û “girêdana rêxistinî" şîrove kiriye û got: "Bikaranîna peyva 'Rojava' di nameyê de hat astengkirin û sansûrkirin, wekî talîmat û girêdana rêxistinî hat binavkirin. Muwekîla min der barê vê mijarê de daxwaznameyek ji rêveberiya girtîgehê re pêşkêş kir lê name nehat şandin û ne jî radestî wê hat kirin.

Her çend di destpêka pêvajoyê de ji me re hat gotin 'Heke hûn beşên ku me xêz kirine jê derxin em ê nameya we ji nû ve bişînin, em ê wê ji bo radestkirinê bi kargoyê bişînin.' Lê name qet ji muwekîl re nehat vegerandin. Paşê em hîn bûn ku name di bin çavdêriya dîsîplînê de ye. Der barê vê mijarê de serlêdaneke me ya li benda nirxandinê li rêveberiya girtîgehê heye."

Sonmez destnîşan kir ku muwekîla wî ku di 14'ê Tebaxê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl hatiye kirin, bi rê de rastî îşkenceyê hatiye û got: "Dema ku muwekîla min ji cendirmeyên ku ew dibirin xwest ku kelepçeyên wê derxin, ji aliyê cendirmeyan ve rastî îşkenceya fizîkî û devkî hatiye û heqaret û îşkence lê hatiye kirin. Piştre berî ku were muayenekirin bi zorê ew xistine wesayîtê û êrişê demekê di hundirê wesayîtê de berdewam kiriye. Piştre ji bo muayeneyê dîsa ji wesayîtê hatiye derxistin û li ber deriyê nexweşxaneyê ji aliyê cendirmeyan ve rastî îşkence, taciz û heqaretên din hatiye. Piştî destwerdana karmendên nexweşxaneyê û kesên ku bûyerê dîtiye, êrişên li ser muwekîla min rawestiyane."

 RAPORA DERBKIRINÊ NEDANE

Mehmet Sonmez, anî ziman ku ku tevî êrişê jî, destûr nehatiye dayîn ku muwekîlê wî li nexweşxaneyê raporê wergire.

Sonmez diyar kir ku wan der barê bûyerê de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kiriye û got: "Me daxwaz kir ku delîlên pêwîst, bi taybetî dîmenên kameraya nexweşxaneyê û rapora êrişê, werin berhevkirin û lêpirsîn der barê cendermeyan û hemû kesên ku tiliya wan di bûyerê de heye were kirin. Em ê bi israr lêpirsînê bişopînin.”

Habîbe Elhalîl El Muslum di gilînameya xwe ya ji bo Serdozgerê Komarê yê Amedê de behsa bûyerê kir û got li girtîgehê tu ewlehiya wan a jiyanî tune ye.