Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin

Artêşa Îsraîlê li gundekî başûrê Lubnanê motorsîklêtek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de kesek hat kuştin.

Li başûrê Lubnanê di êrişa Îsraîlê de kesek hat kuştin
21 tebax, 2025   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Lubnanê (NNA) ragihand ku artêşa Îsraîlê bi dronekê li gundê Dêr Suryan a navçeya Nebetiya ya başûrê Lubnanê motorsîklêtek bombebaran kir. Li gorî ajansê di bombebaranê de kesek hat kuştin.

Tevî agirbesta ku di Mijdara 2024’an de bi Hizbullahê re hatibû ragihandin jî artêşa Îsraîlê êrişên xwe li ser Lubnanê didomîne.

Artêşa Îsraîlê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku êriş biriye ser baregehên Hizbullahê yên li başûrê Lubnanê û ev agahî dabû: "Balafirên şer binesaziya terorîstan bombebaran kir. Di bombebaranê de depo, alavên şer, baregeha avêtina fuzeyan ên girêdayî Hizbullahê yên li başûrê Lubanê hatin bombekirin. Hebûna wan depo, binesazî û baregehên fuzeyan binpêkirina lihevkirinên di navbera Îsraîl û Lubanê de ye.”

Artêşa Îsraîlê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê xebatên xwe ji bo rakirina gefên li ser dewleta Îsraîlê bidomîne.

(bb)