Ukrayna: Rûsyayê bi 270 dron û 10 mûşekan êriş kir

Rûsyayê şeva borî bi 270 dron û 10 mûşekan êrişî Ukraynayê kir. Ukraynayê li Volgogradê binesaziya petrolê ya Rûsyayê bombebaran kir.

Ukrayna: Rûsyayê bi 270 dron û 10 mûşekan êriş kir
19 tebax, 2025   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hewayî yên Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê şeva borî 270 dron û 10 mûşek avêtine Ukraynayê û di encamê de li herêma Chernihiv a bakurê welat zirar li binesaziyê bûye.

Li gorî Reutersê, pergala parastina hewayî ya Ukraynayê 230 dron û 6 mûşek xistine xwarê û  li 16 cihan jî 4 mûşek û 40 dron hatine tesbîtkirin.

Rêveberiya herêma Volgograd a Rûsyayê jî daxuyand ku ji ber êrişên Ukraynayê yên bi dronan agir bi parzûngeha petrolê û banê nexweşxaneyekê ketiye. Her wiha seferên hewayî yên li herêmê derdora 3 saetan hatine rawestandin.

Hate ragihandin ku hêzên Ukraynayê êriş biriye ser xeta petrolê ya Druzhba ya Rûsyayê a girêdayî santrala Nikolskoye li Tambovê. Di encamê de û herikîna petrolê bi tevahî rawestiyaye. Ev xet jî wek rêyeke girîng a dabînkirina enerjiyê ji bo Ewropaya Navîn tê dîtin.

(bb)