TAJÊ: Li dijî biryarê xwedî li Şerîfe Mihemedî derkevin!

TAJÊ’yê li dijî erêkirina cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî nerazîbûn nîşan da û got: “Xwedî derketina li Şerîfe Mihemedî, xwedî derketina li mafên hemû jinan e."

TAJÊ: Li dijî biryarê xwedî li Şerîfe Mihemedî derkevin!
19 tebax, 2025   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî erêkirina cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî daxuyaniyek nivîskî weşand. TAJÊ’yê di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser polîtîkayên Îranê yên sîstematîk ên li dijî jinan û bang kir ku her kes li dijî vê biryarê xwedî erkê xwe rabe.

Daxuyaniya TAJÊ’yê wiha ye:

 “Rejîma Îranê bi zihniyeta xwe ya faşist û mêtinger, li hemberî her kesê ku ji bo heqîqet û azadiyê têdikoşe polîtîkayên xwe yê çewisandin û çavtirsandinê dixe meriyetê. Bi van polîtîkayên xwe li Rojhilata Navîn li dijî berxwedana jinan temsîliyeta Moderniteya Kapitalîst dike. Li dijî jinên bi îrade û xwedî fikrên azadiyê siyaseta qirkirina jinan tê meşandin û Îran bi kiryarên xwe pêşengtiyê ji vê yekê re dike. Ev rûyê reş ê rejîma mollayan radixe ber çavan ku hovitî û zordariya xwe ya navxweyî û krîzên xwe yên hundirîn veşêrin.

Şerîfe Mihemedî, di sala 2023’yan de bi hinceta beşdariya çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî hate girtin û di sala 2024’an de bi biryara Dadgeha Şoreşê ya Îranê cezayê darvekirinê lê hate birîn. Her çi qas ev biryar di Cotmeha 2024’an de hate betalkirin jî, di van rojên dawiyê de careke din biryara darvekirinê hate erêkirin.

Jina berxwedêr Şerîfe Mihemedî, li hemberî hêzên desthilat û faşîst sembola azadî û têkoşînê ye. Her wiha li dijî mêrdewletê jî dengê jina azad û berxwedêr e.

Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo rakirina cezayê darvekirinê û hilweşandina polîtikayên qirker ên Îranê banga xurtkirina têkoşîn û berxwedanê dikin.

Îro roj li her derê jin rastî êrişên hov tên û tên qetilkirin. Banga me taybetî ji bo hemû jinane ku li dijî vê biryarê xwedî li Şerîfe Mihemedî derkevin. Xwedî lêderketina Şerîfe Mihemedî, xwedîlêderketina mafên hemû jinane. Divê li dijî vê biryarê her kes li erkê xwe rabe û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li her derê serî rake.”