Trump: Amadekariya civîna di navbera Pûtîn û Zelensky de dest pê kir

Serokê DYA’yê Donald Trump piştî civîna xwe ya bi rêveberên ewropayî, ragihand ku wî dest bi amadekariyên ji bo civîneke di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky de kiriye.

Trump: Amadekariya civîna di navbera Pûtîn û Zelensky de dest pê kir
19 tebax, 2025   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civîna bi serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û rêveberên Ewropayê re ya li Koşka Spî, serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ragihand ku wî dest bi amadekariyên ji bo civîneke di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Ukraynayê Zelensky de kiriye.

Di civîna roja duşemê ya li Washingtonê de, mijara garantiyên ewlehiyê yên Kîevê dixwaze, hatibû gotûbêjkirin.

Li kêleka van dan û standinan Trump bi telefonê bi Pûtîn re axivî. Pûtîn jî diyar kiriye ku ew ji bo hevdîtina bi Zelensky re amade ye. Ev yek nîşan dide ku dibe di navbera her du serokan yekemîn hevdîtina ji dema destpêkirina şer ve, were lidarxistin.

Trump li ser platforma xwe ya Truth Social got wî dest bi amadekariyên ji bo hevdîtineke di navbera Pûtîn û Zelensky de li cihekî ku hîna nehatiye destnîşankirin, kiriye.

Zelensky jî ragihand ku ji bo hevdîtina bi Pûtîn re amade ye û destnîşan kir ku hevdîtina wî ya bi Trump re "ya herî baş" bû.