Ukrayna: Di êrişên Rûsyayê de 11 kes hatin kuştin

Hêzên Hewayî yên Ukraynayê ragihand ku di encama êrişên Rûsyayê de 11 kes hatine kuştin û bi dehan kes birîndar bûne.

Ukrayna: Di êrişên Rûsyayê de 11 kes hatin kuştin
16 nîsan, 2026   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Hewayê yên Ukraynayê îro ragihand ku 31 mûşek û 636 dron xistin xwarinê ku di 24 saetên dawîn de ji aliyê Rûsyayê ve hatibûn avêtin.

Di daxuyaniya Hêzên Hewayî yên Ukraynayê de ku li ser Telegramê hatiye weşandin hate diyarkirin, bi mûşekên ji erd- hewa û dronan 2 pêlên êrişan hatine kirin û bi giştî 703 hedefên hewayî hatin tesbîtkirin.

Rayedarên Ukrayanyê jî ragihand ku di êrişên li ser Kîêvê û deverên din de 11 kes hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûne û zerarên mezin li avahiyên niştecihan bûne.

(bb)