Trump: Îsraîl û Lubnan wê bicivin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump îdia kir ku lîderên Îsraîl û Lubnanê wê roja Pêncşemê bicivin.

Trump: Îsraîl û Lubnan wê bicivin
16 nîsan, 2026   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û got; “Em hewl didin ku di navbera herdu welatan de qadeke nefestandinê biafirînin. Nêzî 34 salan neaxivîn, ev wê sibe pêk were.”

Li gorî nûçeya AFP’ê, çavkaniyekî fermî yê Lubnanî gotiye ku haya wan ji vê danûstandinê nîne û îdîa derewand.

Çavkanî got; ''Haya me ji hevdîtineke bi aliyê Îsraîlê re nîne û bi rêya fermî ti agahî ji me re nehate ragihandin.''

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman da artêşa xwe ku li başûrê Lubnanê “herêma ewlekariyê” ya ava kiriye, berfireh bike. Li gorî vê yekê wê ev herêm ber bi rojhilat û çiyayê Hermonê ve bê berfirehkirin.

Rêveberiya Îsraîlê îdia dike ku ev gav bi taybetî ji bo piştgiriya civaka Durzî ye. Durzî li Sûriyeyê, bakurê Îsraîlê, Lubnanê û Girên Golanê dimînin.