DYA li Okyanûsa Pasîkîfê de li keştiyekê xist: 3 kes hatin kuştin

Di êrişa artêşa Amerîkayê ya li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê ya li dijî keştiyek qaçaxçîtiya narkotîkê 3 kes hatin kuştin.

DYA li Okyanûsa Pasîkîfê de li keştiyekê xist: 3 kes hatin kuştin
16 nîsan, 2026   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Amerîkayê duh (Çarşem 15 Nîsan 2026) ragihand ku li rojhilatê Okyanûsa Pasîfîkê li  keştiyeke guman tê kirin ku ji bo qaçaxçîtiya narkotîkê tê bikar anîn hatiye xistin, di encamê de 3 kes htin kuştin.

 Fermandariya leşkerî ya Amerîkî ya Amerîkaya Latîn û herêma deryaya  Karayîban diyar kir ku wan "Êrişek kujer li ser keştiyek ku ji hêla rêxistinên terorîst ve dihat birêvebirin, pêk aniye. Di operasyonê de 3 bazirganên narkotîkê hatine kuştin."

Li gorî daneyan, hejmara kesên di operasyonên DYA'yê yên li dijî qaçaxçîtiya narkotîkê li Karayîban û Okyanûsa Pasîkîfê hatine kuştin de 177 derbas kiriye.

(bb)