Ukrayna: Di êrişa Rûsyayê ya li ser otobusekê de 8 kes mirin 

Rêveberiya leşkerî ya herêma Sumy a Ukraynayê ragihand ku hêzên Rûsyayê êriş biriye ser otobuseke sivîlan û di encamê de 8 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Ukrayna: Di êrişa Rûsyayê ya li ser otobusekê de 8 kes mirin 
17 gulan, 2025   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê rêveberiya leşkerî li herêma Sumy a li bakurê rojhilatê Ukraynayê ragıhand ku Rûsyayê êrışek li ser otobuseke sivîlan li Sumyê pêk aniye û di encamê de herî kêm 8 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Serokê rêveberiyê Îhor Tkaçenko bi rêya Telegramê her wiha got: "Rêwî birîndar bûn. Tîmên tenduristî û rizgarkirinê bi lez çûn cihê bûyerê.”

Ev êriş piştî wê yekê pêk hat ku yekem dan û standinên aştiyê yên rasterast di navbera her du aliyan de li Enqereyê pêk hatin.

(k)