Rojnameyan civîna li Bexdayê û rakirina cezayan li ser Sûriyeyê nirxandin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da lûtkeya li Bexdayê ku dê îro were lidarxistin û deynên li ser Sûriyeyê ku Erebistana Siûdî û Qeterê dane. Rojnameyan diyar kir ku lûtke dê rê li ber fînansmana navneteweyî û vejandina aboriya Iraqê veke.

Rojnameyan civîna li Bexdayê û rakirina cezayan li ser Sûriyeyê nirxandin
17 gulan, 2025   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de lûtkeya li Bexdayê û rakirina cezayan li ser Sûriyeyê nirxandin. 

‘DAYÎNA DEYNÊN SÛRIYEYÊ LI BER FÎNANSEKIRINA NAVNETEWEYÎ VEDIKE’

Rojnameya El Ereb der barê dayîna deynên Sûriyeyê de nûçeyek weşand. Rojnameyê bal kişand ser hevdîtina li Riyadê ya di navbera serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri û serokê DYA’yê Donald Trump de û rakirina cezayên li ser Sûriyeyê. Rojnameyê diyar kir: “Banka Cîhanê piştî wergirtina pereyan ji Erebistana Siûdî û Qeterê ragihand ku deynê Sûriyeyê yê 15.5 milyon dolar çareser kiriye."

Hate gotin: "Banka Cîhanê destnîşan kir ku dayîna deynan dê bihêle ku bank dîsa bi welêt re bide û bistîne. Her wiha îşaret bi vê yekê kiriye ku dê Sûriye di rêya pêşketinê de ye û dê bi projeyekê dest pê bike ku giraniyê dide dabînkirina elektrîkê ji bo piştgiriya aboriyê û xizmetên bingehîn.”

Rojnameyê her wiha nivîsand: “Şamê ji bo pêşxistina bendera Tartûsê peymaneke destpêkê ya 800 milyon dolarî bi şîrketa DP World a Îmaratê re îmze kir. Hewldanên wê hene ku aboriyê piştî 13 salan vejîne.”

LÛTKEYA LI BEXDAYÊ

Rojnameya El Quds El Erebî jî bal kişand ser lûtkeya li Bexdayê ku dê îro were lidarxistin û diyar kir ku lûtke li gel guhertinên herêmî wekî "rûxandina rejîma Beşar Esed, gefên Îsraîlê yên li ser Filistînê, şerên li Sûdan û Lîbyayê û aloziyên aborî li hin welatên Ereban" tê lidarxistin.

Rojnameyê destnîşan kir ku “Bexda bi mazûvaniya vê lûtkeyê dixwaze vejîna xwe ji serdema piştî dagirkirina Amerîkayê ragihîne û têkiliyên xwe bi cîhana erebî re ji nû ve saz bike."

Rojnameyê bal kişand ser belgeyeke nefermî ku tê de xalên ji lûtkeyê têne çaverêkirin hene, wekî "piştgiriya ji bo hikumeta nû ya Sûriyeyê, şermezarkirina êrişên Îsraîlê, pêşwazîkirina rakirina cezayên Amerîkayê, şermezarkirina dagirkeriya Îranê ya li giravên Îmaratê."

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ev lûtke tenê “dilxweşkirin” e lê armanca Iraqê ya sereke ji vê helkefta sembolîk ew r ku bi qasî 30 milyar dolaran veberhêneriya Ereban bîne Îranê.

(bb)