Ukrayna bi 30 dronan êrişî Rûsyayê kir; 7 kes hatin kuştin

Di êrişa dronên Ukraynayê ya li ser kargehek gubreya nîtrojenê û berhemên pîşesaziyê li bajarê Dorogobozh ê rojavayê Rûsyayê de 7 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Ukrayna bi 30 dronan êrişî Rûsyayê kir; 7 kes hatin kuştin
25 sibat, 2026   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Komîteya Lêpirsînê ya Rûsiyayê şevê din artêşa Ukrayna bi dronan êrişî kargeha gubreya nîtrojenê ya li bajarê Dorogobozh kir, di encamê de 7 kes hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Ajansa Nofostî ji çavkaniyekî Komîteya Lêpirsînê ragihand ku teqîn di encama bombeyekê de bû ku bi wê re 7 sivîl hatin kuştin û herî kêm 10 jî birîndar bûn.

Hêzên Ukraynayê herî kêm bi 30 dronan êrişeke hewayî li ser kargeha gubreya nîtrojenê ya Dorogobozhê kir. Êrişê zirareke mezin da binesaziya kargehê û avahiya wê û tîma agirkujiyê.

(ac/fr)

ANHA