Berpirsekî Hizbullah: Hedefgirtina Xameneyî xeta sor e

Berpirsekî Hizbullahê diyar kir ku ger DYAˊyê derbên sînodar li dijî Îranê pêk anîn ew ê mudaxeleya leşkerî neke û hişyarî ji hedefgirtina Rêberê Olî yê Bilind da ku ew xeta sor e.

Berpirsekî Hizbullah: Hedefgirtina Xameneyî xeta sor e
25 sibat, 2026   18:33
NAVENDAN NÛÇEYAN

Berpirsekî Hizbullahê ji AFPˊê re got niyeta wan tune ye ku bi awayekî leşkerî mudaxele bikin ger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li dijî Îranê êrişên "sînordar" pêk bîne, di heman demê de hişyarî da ku hedefgirtina Rêberê Olî Ayetullah Elî Xameneyî xeta sor e.

Berpirs daxuyand ku, "Eger êrişên Amerîkayê yên li dijî Îranê sînordar bin, wê Hizbullah mudaxeleya leşkerî neke. Lê eger armanca wan hilweşandina rejîma Îranê yan jî hedefgirtina kesayetiya Rêberê Olî Ayetullah Elî Xameneyî be, wê demê Hizbullah wê destwerdanê bike."

(ac/fr)

ANHA