CPJ: Di 2025ˊan de 129 rojnameger li seranserî cîhanê hatin qetilkirin

CPJˊê diyar kir ku di sala 2025ˊan de 129 rojnameger hatine qetilkirin.

CPJ: Di 2025ˊan de 129 rojnameger li seranserî cîhanê hatin qetilkirin
25 sibat, 2026   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) a navenda wê li New Yorkê ye, diyar kir ku di sala 2025ˊan li seranserê cîhanê bi 129 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku sedema van mirinan ji sê paran du bi destê Îsraîlê pêk hatine.

CPJˊê di daxuyaniya xwe de têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Artêşa Îsraîlê heya îro ji artêşa her dewleteke din hîn zêdetir li dijî endamên çapemeniyê êriş pêk anî. Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, rojnamevanên Filistînî yên li Xezeyê û xebatkarên medyayê ne.”

CPJê bi bîr xist ku di sala 2024ˊan de 124 rojnamevan hatin kuştin û bi bîr xist ku di sala 2025ˊan de 129 mirin çêbûn û wiha got: “Di nava 30 salên derbasbûyî de ev hejmar hejmara herî zêde ya rojnamegeran e.

Hat diyarkirin ku di şerê li Xezeyê de 86 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan û hat gotin ku du herêmên din ên ji bo çapemeniyê herî kujer, Ûkrayna (4 mirin) û Sûdan (9 mirin) e.

PARA DİRONÊN BİÇEK

Rayedarê CPJˊê Carlos Martinez de la Serna diyar kir ku bikaranîna dronan zêde bûye û ragihand ku sala 2025ˊan ji ber êrişên dronê 39 rojnameger jiyana xwe ji dest dan.

Dîrektorê Giştî yê CPJˊê Jodie Ginsberg diyar kir ku ji bo astengkirina van cînayetan û cezakirina berpirsyaran, divê hîn zêdetir hewldan were raberkirin.

Di raporê de behsa şehadeta şoreşgerê pêşeng û rojnamevan Ezîz Koyluoglu jî hat kirin, ku di 27’ê Çileya 2025’an de ligel sê sivîlên din di êrişa balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker de li nêzî navçeya Ranyayê ya navenda Îdareya Raperînê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bû.