Ukraniya hedefgirtina platforma niftê ya Rûsyayê ragihand

Ukranyayê aşkere kir ku wan platforma niftê ya Rûsyayê û 2 keşteyên kargoyê yên li Deryaya Qezwîn hedef girt, Moskoyê jî ragihand ku di encama êrişeke li herêma Zaporîcîya 11 kes hatin kuştin.

Ukraniya hedefgirtina platforma niftê ya Rûsyayê ragihand
25 tîrmeh, 2026   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Ewlehiyê ya Ukranyayê ragihand ku balafirên bê mirov ên Ukranyayê Platforma Filanovsky ya Niftê ya girêdayî Şîrketa Lukoil a Rûsyayê li Deryaya Qezwîn, her wiha 2 keşteyên kargoyê yên ku alavên leşkerî di navbera Rûsya û Îran de hedef girt. 

Li gorî agahiyên ku hikumeta Rûsyayê ragihandiye di encama êrişekê li ser kampên geştiyaran li herêma Zaporîcîya ya di bin kontrola Moskoyê de, 11 kes hatin kuştin di nav wan de zarok jî hene.

Ev êriş di demekê de ku şerê leşkerî di navbera her du aliyan de zêde ye û êrişî binesazî û herêmên sivîlan tê kirin de, pêk hat.

(sb)