Mezlûm Ebdê sersaxî ji malbatên qurbaniyên bûyera Şam-Dêrazorê xwest

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdê bi peyamekê sersaxî ji bo malbatên qurbaniyên bûyera li ser rêya Şam-Dêrazorê xwest.

Mezlûm Ebdê sersaxî ji malbatên qurbaniyên bûyera Şam-Dêrazorê xwest
25 tîrmeh, 2026   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdê têkildarî bûyera ku îro li ser rêya Şam-Dêrazorê qewimî, di encamê de 35 kesan  jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn, bi rêya X peyamek da.

Mezlûm Ebdê di peyama xwe de diyar kir ku wan bi xemgînî bûyera li ser rêya Dêrazorê ku bû sedema bi dehan kes ji gelê wan ê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest bidin, pêşwazî kirin.

Di peyamê de Mezlûm Ebdê sersaxî ji malbatên qurbaniyên bûyerê xwest û ji bo birîndaran jî şefa xwest û peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rehma xwedê li qurbaniyan be û ji bo malbatên wan sebirê dixwazin.”

(sb)