Turnuvaya fotbolê ya xwendekarên Amûdê bi dawî bû

Turnuvaya fotbolê ya dibistanên bajarê Amûdê û gundewarê wî ku di 12’yê Adarê de hatibû destpêkirin bi dawî bû.

27 adar, 2025   17:53
QAMIŞLO

Rêveberiya Dibistanên bajarê Amûdê û ji bo bibîranîna salvegera Şehîdên 12’ê Adarê turnuvaya fotbolê di navbera dibistanên navîn û amadehî yên bajêr û gundewarê wî de li dar xist. Turnuva di 12’ê Adarê de bi beşdariya 10 tîman hatibû destpêkirin.

Îro turnuva bi serkeftina tîma dibistana Kazim Îsa ya navîn li hember dibistana Cabiriyê bi 3-2 gulan bi dawî bû. Li ser asta dibistanên navîn jî tîma dibistana amadehî ya Şeref Xan li hember dibistana amadehî ya Topiz 3-0 serket.

Piştî maç bi dawî bûn tîmên beşdarî şahiya xelatkirinê bûn. Di şahiyê de rêvebera Rêveberiya Dibistanên Amûdê Hena Xalid şehîdên serhildanê bi bîr anîn û got ev turuva ji bo bibîranîna wan şehîdan e.

Her wiha tîmên Kazim Îsa û Şeref Xan, lîstikvan û gulerê herî baş hatin xelatkirin.

(fr)

ANHA