209 şehîdên mehên Sibat û Adarê hatin bibîranîn

209 cangoriyên azadiyê yên ku di dem û cihên cuda yên mehên Sibat û Adarê de şehîd bûbûn, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişoyê hatin bibîranîn.

209 şehîdên mehên Sibat û Adarê hatin bibîranîn
209 şehîdên mehên Sibat û Adarê hatin bibîranîn
209 şehîdên mehên Sibat û Adarê hatin bibîranîn
209 şehîdên mehên Sibat û Adarê hatin bibîranîn
209 şehîdên mehên Sibat û Adarê hatin bibîranîn
209 şehîdên mehên Sibat û Adarê hatin bibîranîn
209 şehîdên mehên Sibat û Adarê hatin bibîranîn
209 şehîdên mehên Sibat û Adarê hatin bibîranîn
209 şehîdên mehên Sibat û Adarê hatin bibîranîn
27 adar, 2025   17:27
QAMIŞLO

Ji bo 209 şehîdên ku di demên cuda yên mehên Sibatê û Adarê de şehîd bûbûn, li Pekrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo merasîma bîranîn hat lidarxistin. 

Di merasîm de malbatên şehîdan, endamên Rêxistinên Civaka Sivîl û şêniyên Qamişloyê beşdar bûn.

Di merasîmê de endamê Komîteya Giştî ya Meclisa Malbatên Şehîdan Kawa Dêrikî axivî û hemû şehîdên ku di oxira parastina welat de canê xwe feda kirine bi bîr anîn û got: "Şehîd hêviya azadiya gelê me ne. Em deyndarê şehîdên ku bi fedakariyên xwe ev welat parastine, ne."

Kawa Dêrikî di dawiyê de got:"Em saya van şehîdan heya roja îro li ser xak û welatê xwe dijîn."

Di dawiyê de nasnameyên 209 şehîdên ji QSD, YPJ, YPG, Hêzên Ewlekairya Hundirîn, Erka Xweparastinê, HPC’ê, sivîl û gerîla ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişoyê ve hatin xwendin.

(re/fr)

ANHA