Tura 4’an a nukleerî ya navbera Amerîka û Îranê de dawî bû

Hevdîtina tura 4’an a nukleerî ya di navbera Amerîka û Îranê de li Masqetê dihate kirin bi dawî bû.

Tura 4’an a nukleerî ya navbera Amerîka û Îranê de dawî bû
11 gulan, 2025   18:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtina tura 4’an a nukleerî ya di navbera Amerîka û Îranê de li Masqetê ya Umanê dihate kirin bi dawî bû. Mîna her carê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî û nûnerê taybet ê Rojhilata Navîn ê Trump Steve Wîtkoff serokatiya şandeyan dikirin.

Di navbera her du welatan de bi navbeynkariya Umanê hevdîtinên di asta bilind de pêk hatin. Li ser mijarê hê tu aliyekî daxuyanî nedaye.