Li Til Koçerê pêşdeçûnên siyasî li Sûriye û Rojhilata Navîn nirxandin

PYD’ê di civînekê li Til Koçerê de pêşdeçûnên siyasî li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn nirxandin û girîngî da hevgirtinê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê.

Li Til Koçerê pêşdeçûnên siyasî li Sûriye û Rojhilata Navîn nirxandin
Li Til Koçerê pêşdeçûnên siyasî li Sûriye û Rojhilata Navîn nirxandin
Li Til Koçerê pêşdeçûnên siyasî li Sûriye û Rojhilata Navîn nirxandin
Li Til Koçerê pêşdeçûnên siyasî li Sûriye û Rojhilata Navîn nirxandin
Li Til Koçerê pêşdeçûnên siyasî li Sûriye û Rojhilata Navîn nirxandin
Li Til Koçerê pêşdeçûnên siyasî li Sûriye û Rojhilata Navîn nirxandin
11 gulan, 2025   17:58
QAMIŞLO

Partiya YekItiya Demokratîk (PYD) ji bo geşedanên siyasî li Sûriyê û Rojhilata Navîn û bandora wan li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Til Koçer yê kantona Cizîrê civînek bi amadebûna şêx û rûsipiyên êlên Ereb organîze kir.

Di civînê de endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD’ê Talet Yûnis axivî û guhertinên siyasî şîrove kirin.

Talet Yûnis got: "Bûyerên bilez ên li Sûriyeyê çêdibin nîşaneya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û xêzkirina nexşeya nû ya herêmê ne, Rêber Abdullah Ocalan ji 2011’an ve behsa van guhertinan kir."

Yûnis bal kişand ser rola dewleta Tirk a dagirker di bikaranîna rewşê li gorî xwe û hewlên jinûve vegerandina Osmaniyê de bi rêya destwerdana li kar û barên Sûriyeyê di bin navê piştgiriya desthilata Şamê de.

Yûnis anî ziman ku pêwîstî bi şiyariya gelên herêmê li hember planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a dagirker heye û got divê gelê herêmê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê bi Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re hevgirtî bin.

Ev civîn di çarçoveya hewlên zêdekirina hişyariya siyasî û hevahengiya di navbera pêkhateyên curbicur ên herêmê de ji bo dabînkirina aramiyê de pêk hat.

(aq/fr)

ANHA