Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND’ê Hozan Mizgîn bi bîr anî

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND’ê bi boneya salvegera 33’yemîn a şahadeta şehîd Mizgîn (Gurbet Aydın) şahiyeke bibîranînê organîze kir.

11 gulan, 2025   19:49
HESEKÊ

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND’ê bi boneya salvegera 33’yemîn a şahadeta şehîd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın), bi dirûşma "Em ê bi rihê 11'ê Gulanê û hunera şoreşgerî civaka demokratîk ava bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" li hola Serdem a Cand û Hunerê ya bajarê Hesekê şahiyeke bibîranînê li dar xist.

Endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, ji bajar û bajarokên Til Temir, Dirbêsiyê, Til Birak û Hesekê gelek kes di şahiyê de amade bûn.

Di salona şahiyê de cihekî taybet ji wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîd Hozan Mizgîn, şehîd Sirri Sureyya Onder, şehîdên Çand û Hunerê re hatibûn veqetandin.

Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd Hozan Mizgîn sînevîzyonek pêşkêşkirin.

Rêvebera Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê Nebîha Mihemed axivî.

Nebîha Mihemed di axaftina xwe de qala kesayet û têkoşîna şoreşger Hozan Mizgîn kir û destnîşan kir ku ew ê heya dawî li pey şopa şehîd Mizgîn û hemû şehîdên şoreşê bin.

Piştî axaftinan Komên mûzîkê yên Şehîd Zîlan, Şehîd Şoreş, Şehîd Hogir, hunermend Nebîha Mihemed li ser dikê cihê xwe girtin û stranên Şehîd Mizgîn û stranên gelêrî pêşkêş kirin.

Di salona şahiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berziirin.

(bm/fr)

ANHA