Trump: Wê Washington Tengava Hurmuzê kontrol bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Washington dê Tengava Hurmuzê kontrol bike û bacên li ser kelûpelên ku di nav re derbas dibin ferz bike û soz da ku bi tundî li Îranê bixe. Tehranê jî destwerdana Amerîkayê di birêvebirina tengavê de red kir.

Trump: Wê Washington Tengava Hurmuzê kontrol bike
13 tîrmeh, 2026   19:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê birêvebirina ewlehiyê ya Tengava Hurmuzê bigire ser xwe û diyar kir ku Washington "dê tengavê kontrol bike".

Di hevpeyvînekê de bi Fox News re, Trump diyar kir ku DYAˊyê Tengava Hurmuzê "bêpere" diparast û got ku "ew ê niha wê biparêze û ji bo wê pere werbigire."

Li gorî Reutersˊê, Trump anî ziman ku welatê wî dê bacên li ser derbasbûna kelûpelan di nav tengavê re ferz bike û destnîşan kir ku DYA dê ji sedî 20ˊê nirxa kelûpelên ku di vê rêya avê ya girîng re têne şandin bistîne.

GEFÊN ÊRÎŞÊN NÛ LI DIJÎ ÎRANÊ

Trump diyar kir ku Washington dê " bi hêzeke pir mezin " li dijî Îranê êrişan pêk bîne û destnîşan kir ku hêzên Amerîkayê şeva berê operasyonên leşkerî li dijî wan pêk anîne.

Di dewama axaftina xwe de Trump da zanîn gihîştina rêkeftinekê bi Tehranê re mimkun e, lê aliyê Îranî bi binpêkirina rêkeftinan tawanbar kir. Trump aşkera kir ku di navbera her du aliyan de civînek 11 saetan pêk hat, lê ev civîn têk çûn.

Daxuyaniyên Trump di demekê de tên ku aloziyên leşkerî di navbera DYA û Îranê de zêde dibin, li kêlek wê jî tirsa pevçûnên berfirehtir û bandora wan li ser ewlehiya deryayî û dabînkirina enerjiya cîhanî hene.

ÎRAN HER DESTWERDANA AMERÎKÎ DI BIRÊVEBIRINA TENGAVA HURMUZÊ DE RED DIKE

Girêdayî mijarê, Fermandariya Bilind a Leşkerî ya Hevbeş a Îranê, ku wekî "Baregeha Xatem El Enbiya" tê zanîn diyar kir ku Tehran dê nehêle DYA destwerdanê di birêvebirina Tengava Hurmuzê de bike.

Fermandariyê di daxuyaniyekê de ku ji hêla dezgehên medyaya fermî ve hatî weşandin diyar kir ku her hewldanek ji hêla hêzên Amerîkî ve ji bo birêxistinkirina trafîkê li Tengava Hurmuzê li derveyî rêyên ku ji hêla Îranê ve hatine destnîşankirin û bêyî hevrêziya bi hêzên çekdar ên Îranê re dê bi "berxwedanek dijwar" re rû bi rû bimîne.

Tengava Hurmuzê yek ji xalên herî girîng ên korîdora deryayî ya cîhanê ye. Di tengavê re rêjeyek girîng a hinardekirina petrol û gazê derbas dibe. Her astengiyek li trafîka keştîvaniyê çavkaniya fikaran ji bo bazarên cîhanî zêde dibe.

EWROPA ÊRIŞAN ŞERMEZAR DIKE Û BANGA VEGERA DANÛSTANDINAN DIKE

Têkildarî mijarê, Almanya, Fransa û Brîtanyayê êrişên Îranê yên li ser keştiyên bazirganî li Tengava Hurmuzê û li ser çend welatên herêmê şermezar kirin û banga kêmkirina aloziyê û ji nû ve destpêkirina pêvajoya dîplomatîk kir.

Di daxuyaniyek hevbeş de, her sê welatan êrişên li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmuzê, her wiha operasyonên li ser welatên herêmê, di nav de Qeter, Kuwêt, Oman û Urdunê, şermezar kirin.

Troykaya Ewropî pêwîstî da ji nû ve destpêkirina agirbestê û vegera danûstandinan û hişyarî da ku pevçûnên berdewam dikarin aramiya herêmî tehdît bikin û xetera zêdebûna pevçûnê zêde bikin.

(fr)