Li nexweşxaneyeke Til Temirê beşek tenê dixebite

Xizmetguzariya ku ji hêla Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng ve dihate pêşkêşkirin, ji ber kêmbûna piştgiriyê, derman û kadroyên tibî, kêm bûye. Ji bilî beşa destwerdana lezgîn, piraniya beşên wê ji xizmetê derketine û 5 meh e mûçeyên karmendan nehatine dayîn.

14 tîrmeh, 2026   07:06
HESEKÊ
EBULXENÎ EL HAMAN

Ji dema ku rêveberiya qada tenduristiyê ya parêzgeha Hesekê ji bo Gerînendetiya Tenduristiyê ya hikumeta demkî hatiye veguhestin, destek kêm bûye. Di encamê de asta xizmetguzariya tenduristî ya li Nexweşxaneya Şehîd Zau Seng a ku di Mijdara sala 2023`yan de li bajarê Til Temir hatibû vekirin, kêm bûye.

Nexweşxane xizmetê ji xelkê bajarê Til Temir û gundewarên girêdayî wê yên ku nifûsa wan derdora 50 hezarî ye, pêşkêş dike. Beriya ku asta xizmetguzariya wê kêm bibe rojane 200 nexweş di beşên xwe yê nexweşiya hundirîn, zarok, jinan û klînîkan de pêşwazî dikirin. 

Li gorî çavkaniyan, di dema dawîn de destekdayîna taybet a ji bo nexweşxaneyê sekinî û ji bilî beşa destwerdana lezgîn, beşên din bi temamî hatine rawestandin.

Ji ber nedayîna pêdiviyên bingehên ji bo nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê derman û madeyên lojistîk gelekî kêm in. Ev dihêle ku nexweşxane nekare nexweşan derman bike.

Li gorî heman çavkaniyê, li kêleka van kêmaniyan jî 5 meh mûçeyên kadroyên tibî û îdarî yên nexweşxaneyê nehatine dayîn ku tevî vê yekê jî karên xwe didomînin.

Kêmbûna asta xizmetguzariya tenduristî hiştiye ku nexweş neçar dimînin biçin derveyî bajarê Til Temirê. Ev jî zehmetiyên çûn û hatinê, bi taybet ji bo kesên nexweşiya wan giran, zêdetir dike.

Xebatkarên qada tenduristiyê diyar kir ku ji bo vekirina beşên hatine sekinandin, divê kadroyên tibî, derman û alavên sereke werin dayîn.

(sb)

ANHA